Civak

Radyoyekî taybet ji bo Kurdên Rojava hate vekirin

Bi mebesta zêdetir xizmetkirin û gihandina nûçeyên koçberên Rojavayên li Herêma Kurdistanê, Radyoya Dengê Kampa Dumîz bi hevkariya Parêzgeha Dihokê ku taybete bi koçberên Rojavayê Kurdistanê li ser şepola 98:80 de demeke nêzîk de dest bi weşana xwe dike. 

Salim Seîd Berpirsê Ragihandina Kampa Dumîz dibêje ji bo zêdetir xizmetkirin û rewşenbîrkirina koçberan cara yekeme ku li Kurdistanê radyoyek ji bo Kurdên Rojava li Kampa Dumîz tê vekirin, ev radyo çendîn bernameyên cûda li xwe digrê, yek ji wan jî bernameyên siyasî, civakî, tendirustî, rewşenbîrî û hunerî pêktên.

Berpirsê Ragihandina Kampa Dumîz diyarkir ku biryare demek nêz de Radyoya Kampa Dumîz li ser şepola 98,80 dest bi weşana xwe bike, ku dengê vê radyoyê digihe hemû cihên parêzgeha Dihok û çend ciheke dinê parêzgeha Hewlêrê.

Back to top button