Kurdek berbijêrê xelata aştiya Nobele

Tûnê Fos Aspvul Peyvdarê Partiya Çepa Sosyalîsta Norwêçê ragihand partiya wan Mihemed Sedîqê Kebûdwend çalakvanê siyasiyê Kurd, ji bo Nobela aştiyê ya 2014 pêşniyar kiriye.

Her wiha Aspvul eşkere kiriye ku partiya wan piştevaniyê li têkoşîna Kurdan ya li dijî binpêkirina mafê mirov dike.

Her wiha Yoninî Ingebêrîstên Nûnerê Partiya Çepa Sosyalîst li Parlemena Norwêçê Mihemed Sedîqê Kebûdwendî ji bo wergirtina xelata aştiya Nobelê pêşniyar kiriye.

Partiya Norwêcî li nameyek da ji bo Encûmena Xelata Aştiya Nobel nivîsiye ku Mihemed Sedîqê Kebûdwend damezrînerê navenda mafê mirove û bi sedema karê rojnamegerî û têkoşîna ji bo mafên mirov sizaya 11 salan zîndanîkirinê ji bo wî hatiye birin.

Li beşekî dinê nameyê da hatiye nivîsîn ku Kebûdwend xebatê bi navê Kurd û gelên nav Îranê kiriye ku ji bo bi aramî û aştiyê de bijîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: