Polîtîk

Daxwazên Kurd neyên bi cîh kirin Iraq tuşî qeyranekî mezin dibe

Mueyyed Tayîb Peyvdarê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê dibêje: Pêwîste Hikûmeta Iraqê daxwazên Kurdan bi cîh bike, eger na tuşî krîz û qeyranekî mezin dibe.

Tayîb ragihand ku heftiya derbasbûyî beşdariya tu civîneke Parlemena Iraqê nekirine û Serokayetiya Parlemen jî bi sedema temam nebûna rêjeya yasayiya endaman civînê ji bo demeke nediyar paşxistiye.

Her wiha got: Pêwîste proje yasaya budçe bi rizamendiya hemû aliyan bê pejirandin, ji ber ku nabê bi awayeke yek aliyane bê derbaskirin. Ji ber ku ewê niha de ne Kurd û ne jî Sunne têda beşdar kirine.

Berdewamiya axaftina xwe de Mueyyed Tayîb Peyvdarê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê dibêje ji niha ve lîsta Dewleta Qanun li ber dû bijardeyan daye, ew jî yan pêwîste daxwaza Kurd bi cîh dike, an jî tuşî qeyranekî gelek mezintir dibin.

Back to top button