Kultur

Kitêba Kurdistan Review îsal jî hat çap kirin

Li bajarê Hewlêrê, îro roja yekşemiyê 16.02.2014ê, di navbera fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê û saziya Invest in Group peymanek hat îmazakirin  û li gor wê peymanê saziya Învest in Group di warê çap û weşandinê de alîkariya herêma Kurdistanê bike.

Di berdewamiya xebat û çalakiyên fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona nasandina herêma Kudistanê di warê amin, aramî, pêşkeftinên siyasî, civakî, kulturî, aborî û warên din yên jiyanê bi cîhana derve û ji bona balkişandina sermayedar û karsazên biyanî bo ser herêma Kurdistanê, peymanek navbera Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Kan Erîk rêvebirê saziya Invest in Group li bajarê Hewlêrê hat îmza kirin.

Di merasima îmzakirina peymanê de ku, hijmareke rêvebir û rawêjkarên fermangeha têkeliyên devrve amade bûn, Felha Mistefa kêfxweşiya xwe li hember îmzakirina wê peymana navborî diyar kir û got: ”tevî hebûna kelem û astengiyan jî, lê îsal jî kitêba Kurdistan Review hat çap kirin.”

Kan Erîk jî di axaftina xwe de got ku, ew bi îmzakirina peyaman anvborî û hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan de heye, kêfxweş e û got ku, ew xwe hevebşên pêşkeftinên herêma Kurdistanê dizan in û dê ji bona nasandina herêma Kurdistanê bi cîhana derve berdewam bin.

Weke tê zanîn ev cara duyemîne bi piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya saziya Invest in Group kitêba Kurdistan Review tê çap kirin.

Ji bona xandin û dîtina kitêba Kurdistan Review bitikîne

Back to top button