Civak

Qubat Talabanî , Nêçîrvan Barzanî pîroz dike

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi minasebeta Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê lê dike û dibêje: Cihê şanaziyê bû ku me pênc salên dijwar bi hev re derbas kir, piştrast im ku jêhatîbûn û lênihêrîna wî , serkevtina di erkê wî yê giran de ku beşek dibe ji rêxistina navmala Kurd, misoger dikin.

Îro Parlemantoya Kurdistanê bi armanca hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de ji koma dengên 81 parlemantaran Nêcîrvan Îdrîs Barzanî bi destxistina dengê 68 parlemanteran wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Back to top button