Civak

Balyozê YE pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê kir

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blecua Piştî Nêçîrvan Barzanî îro wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin ew piroz kir û diyama xwe de diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî di heyama serokwezîriyê de bi awayekî serkeftî polîtikaya navxwe û derve birêve bir û dahatuyeke nû û rohanî li pêş Kurdistanê ye û ev pêngaveka girîng e bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blecua bi rêya Rûdawê pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand ku ew hêvî dike Barzanî dê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de pêş bixe.

Ramon Blecua got: “Berî her tişt ez dixwazim serokê nû pîroz bikim. Bi ev pêngaveka girîng e bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. Em piştevaniya vê pêvajoyê dikin û ji bo me avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng e.

Blecua destnîşan kir ku hilbijartina Neçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek girîng e, ji ber Herêma Kurdistanê gelek girîng e.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê da zanîn ku ew bi erênî pêşwaziya pêvajoyê dikin ku di encama gotûbêjan de gihîşt vê qonaxê û got: “Mixabin siyaseta hundir ya hinek partiyan dibin asteng ku di demekî de Herêma Kurdistanê pêwîstî lihevkirinê ye. Tevî vê yekê jî ez bawer dikim ku serkirdeyên Kurd ji bo berjewendiyên gelê Kurd dê îdareyeke baş pêk bînin.”

Di heman demê de Ramon Blecua da xuyandin ku wî çend salan ligel Nêçîrvan Barzanî kar kiriye û wiha pê de çû: “Peywendiyên me yên bihêz hebûn û me hevsengiyeke baş hebû. Bi min ew kesekî serkeftî ye û dê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropyaê pêş bixe. Dema ew serokwezîr me ligel wî behsa reformên pêşxistina Herêma Kurdistanê kiribûn. Niha demê wê ye ku sûd ji derfetên peywendiyên di navbera Iraq û Yekîtiya Ewropayê de bê wergirtin.

Back to top button