Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 9

 

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata  Malbata Tanrikulu  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 

                                            

 
S A : Wun karin bahsa qetilkirina mêre xwe Dr. Zeki Tanrikulu bikin, ew bi çi awayî, wî kuştin, bahs bikin ?

Selma Tanrikulu:                                                               
Li Silvan, gruba qatilan her roj  li bajer cirida davêtin, dewlet, karakola leşkeri û teşkilata polisan wek ku tu tişt nebuye, bê dengbun. Roja kuştina mêremin Dr. Zeki, hêjmare kuştiyên sivil gihajtibu 800 kes.

Buyer 2 îlone sal 1993, mêremin Dr. Zeki Tanrikulu li saxlik ocaxa Silvan’e başhekim bu, seat 12h30 rojê bu, merêmin ji kar dahate male, bo nanê xwey nivro buxwe. Wexta dirêda tê, li nive bajêr 40 metre nizike emniyeta polis, kurdeki sivil, dibine ku, du kesên di desten wande bi silehên xwe, Dr. Zeki, ji hev re nişan didin; ew kurde jibo xeberê bide Dr. Zeki, bi hewara wîde bazdide û jêra dibe bazde û bireve Dixtor Zeki, bazde, ewâ du kesên bi sileh, jibo te bukujin lêviya tene. Dr; Zeki Tanrikulu, bi xera ewê kurde sivil, zilamên bi sileh dibine, Dr. Zekî, ber bi emniyeta polisa ve jibo xwe xilasbike bazdide, ji qerekola polisan jî, yeki polis, ber wî ve te û bi otomatik silaha xwe li Dr. Zeki direşine û dide ber gula, ew her du kesên bi sileh jî, ji piştve wî gule dikin. paşî, wexta me laşên wî şûşût, ji beşve13 derbên gula lêketibun û ji başve jî 5 derb leketibun.

Ew kese kurd, ku xwest  merêmin ji qatilan haydar bike, navewî Hanefi Kutlu bu, ewjî 7 roj bi şûnde, li ber deriye camiye wîjî kuştin û kure wî Sabri Kutlu, pişti 80 rojan bişûnde, 15 miha 11 1993 hate kûştin.

Min li dewlete dawe vekir, ji savci û hakiman re got merêmin Dewlete kuşt, ewjî kebul nekirin û mahkeme iptal kirin, piştre min dawa mêre xwe Dr. Zeki bire Avrupa, mahkema mafên mirova û li wir dewleta Tirkiye hat mahkumkirin. Eva 19 sale, dewleta Tirka nê sucdariya xwe kabul kiriye,  nê herse kujerê mêremin Dr Zeki tanrikulu, mahkum kiriye û ew azad wek qet tiştek nê buye, di karê xwede serbet diçin, tên, dixebitin û digerin.

S A : Mesajeki wey dawî ku bixwazin bejin heye ?

Erê û ez jî pirsiyardikim, ewkas bê adaletiya dewleta Tirka, li ser gelê kurd dibin, me bi hezaran qetil kirin, dixin zindanan, ji warên me, me bi zori koçî derva dikin û ên mayîjî, di bin tehdîda dewleta Tirka,di bin cendera vê sistema ne adil, em nizanin çibikin, wûn ji Avrupa tên, gelo çima dinya alem, wûsa ji vê zilm û wahşête re bê denge ? çima, ji evqas kuştin, zilma hatiye kirin, ka tu pirs û hesap ji vê zilma han nayên kirin.

Ka li kuderene ev huquq û haq nasên Avrupa û dinyayê ? Ka şopandinên maf parezvanên welate demokrat û aştixwazên wan ? gelo, çima ewkas bê dengin, ji van zilman re û ji bê huququyên dewleta Tirk re, ku li kurda dikin ? Çima serdarên dewletên demokrasiyên Avrupadengên xwe dernaxin û ji dewleta Tirkanre nabêjin îdî bese ?

Suayip Adlig

29 nisan 2009 li Diyarbakir

Back to top button