Bilî BDPê partî û saziyên Kurdan bi Wezîrê Dadê re rûdinin
Bi mijara çalakiya greva birçîbûnê a ku 12ê Îlonê bi 63 girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê destpê kir û niha di roja 57. de, bi hezaran girtiyên zindankirî dewam dike, bilî BDPê, şandeyeke ku ji partî û saziyên Kurdên Bakur pêk tê, wê sibe bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn re bêne cem hev. Di nav şandeyê de nûnerên HAK-PAR, KADEP, OSP, DDKD, Însiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê a Dîcle û Firatê jî hene.
Hatiye ragihandin ku, şandeya ji partiyên Kurdan pêk tê, bi wezîr Sadullah Ergîn re, dike bi taybet di mijara mafê xweparastinê de a ku hikumetê xebat daye destpêkirin, ji wan bixwazin ku rojekê pêşde were derxistin ku rê ji mirinên bigre. Çimkî ger grevên birçîbûnê bi mirinan encam bibe, wê pirsgirêkên heyî herî zêde kûrtir bike û çareseriyê asteng bike.
Dîsa tê gotin ku, şande, wê di derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de jî, pêşniyara xwe pêşkêşî li ser navê hikumetê wezîr Ergîn bike û bîne ziman ku, perwerdehiya bi zimanê dayikê, di nav pêvajoyekê de ancax karî çareser bikî û di vê mijarê de pêwiste hikumet beyanekê bide ku çalakiya greva birçîbûnê bê mirin were bi dawî kirin.