Cîhan

Qesra Spî cardin bala Sûrî kişand

Roja 6ê gulanê welatên Yekêtiya Ewropayê cezayên giran danan ser hijmareke mezin a berprisên rijêma Sûriyeyê.
27 welatên Yekêtiya Ewropayê razî bûn ku cezayên bolkirina pare û qedexekirina seferê li ser 13 mezine berprisên Sûriyeyê ku di nav lîsteyê de Beşar Esed serokê Sûriyeyê jî heye, dan in.

Îro Qesra spî di derbarê bûyerê Sûrî de, daxuyaniyek belav kir ku, tê de dibêje eger hukumeta Sûrî li dijî xwepêşanderan tundî û tujiyê karbîne û kuştinê bertdewamî bike, wê DYA li himber rejima Sûrî hinek tedbîrên dijwartir bigire. Herweha Qesra Spî daxuyaniya YE gelek erênî nirxand û bala hukumeta Sûrî carek din kişand.

Wek tê zanîn rejima Surî bi tankan bajaran dorpêş dike û tredariyek mezin dide xelkê û kuştinê dike.

 

Back to top button