"Divê hikûmeta Kurdistanê li hember Sûriyê bê deng nebe"
Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê tevgera hikûmeta Sûriyê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku li beramberî Sûriyê helwêsta xwe diyar bike.
Îro li hotêla Çarçira ya bajarê Hewlêrê, Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê di preskonferensekê de got:
– Em ê nameyeke vekirî ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon re bişînin da di zûtirîn dem de rê li rejîma Baasê ya Sûrîyê bigrin bo wêya beramberî gelê xwe şîdetê bikarneyîne.
Serokê Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê Ednan Enwer Beg bi tundî helwêsta rejîma Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esad şermezar kir û wiha axifî:
– Tişta ku niha rejîma Sûriyê beramberî gelê Sûriyê dike ‘jenosaîd’ e. Herwiha hikûmeta Sûriyeyê niha şîdeteke zêde beramber xelkê Sûriyeyê bi taybetî jî dijî gelê kurd bikar tîne û rejîmê dest bi operasyoneke girtina serkirdeyên kurd û kuştina serbazên kurd kiriye û gefa revandina jin, xwîşk û keçên kurd dike.
Di preskonferensê de Ednan Enwer Beg daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku derbarê bûyerên Sûriyeyê de helwêstekî cîdî nîşan bide û wiha pêde çû:
– Em dixwazin hikûmeta Kurdistanê bêdeng nemîne, ji ber ku rojane xelkê wî welatî bi mebesta nerîna xwe bînin ziman û encamdana xwepêşandanê tên ser cadeyan lê bi guleyên rejîma Sûriyê tên kuştin.
Ednan Beg wiha dirêjî bi axaftina xwe da:
– Rejîma sûrî bi awayekî pir hovane tank û topan li dijî gelên Sûriyeyê bikar tîne û rojane dehan kes bi destê wê rejîmê tên kuştin. Em jî wek Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê di warê însanetiyê de piştgiriya xwe bo gelên Sûriyê radighînin.
Zêdeyî mehekê dibe li Sûriyeyê dijî rejîma Beşar Esad xwepêşandan tên kirin û li gor îstatîstîkên ne fermî, di xwepêşandanan de zêdeyî 1000 kesan ji aliyê artêş û hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve hatine kuştin û zêdeyî 8000 kesan jî hatine girtin. Herwiha hikûmeta Sûriyê bo serkutkirina xwepêşandanan dijî xwepêşanderan tank û topan bikar tîne û rê jî nade hîç rojnamevanekî biyanî bûyerên wî welatî bişopîne.