Polîtîk

Li Dêrsimê şer dijwar e

Li Tirkiyeyê, piştî ku duhî şev li bajarê Dêrsîmê (Tuncelî) grûpeke gerîllayên PKKê hate destnîşankirin, di operasyonekê de navçe bi helîkopteran hate bombebarankirin.

Li gor nûçeya DHAyê, di operasyona di derdora gundên Sûtlûce û Harçîkê de, hêzên taybet yên cendermeyan  rastî grûpeke mezin ya gerîllayên PKKê hatin.

Navçe destpêkê ji aliyê leşkeran ve bi awayekî dijwar hate gullebarankirin. Piştî ku gerîlla ji navçeyê bi dûr ketin, vêca helîkopterên Kobrayê dest bi bombebaranê kirin.

CNN Turk  ragihand ku navçe seatek  ji aliyê helîkoperan ve bi awayekî dijwar hatiye bombebarankirin. Êrîşa helîkopteran ji aliyê welatiyên di navenda Dêrsîmê de jî hatiye temaşekirin.

Duhî şev jî hêzên leşkerî bo navçeya operasyonê hatin guhastin û pevçûnên dijwar di navbera artêşa Tirkiye û gerîllayên PKKê de qewimîn.

Hate ragihandin ku pevçûn û operasyon îro jî dom dikin.

Ji aliyekî din ve medayaya Tirkiyeyê aşkere kir ku li devera Çiyayê Bagok ya li nêzîkî bajaroka Nisêbîna ser bi Mêrdînê ve, di navbera gerîlla û leşkerên tirk de pevçûnek qewimiye û di encamê de 2 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest daye.

Baskê çekdarî yê PKKê,  Hêzên Parastina Gel, heta niha jî derbarê herdu bûyeran de çi daxuyanî nedane. (AKnews)

Back to top button