Cîhan
El Qaîde kuştina Ladîn piştrast kir
Rêxistina El Qaîde kuştina rêberê tevgera xwe Usama Bin Ladîn piştrast kir.
Di daxuyaniyekî de El qaîde piştrast kir ku serokê wan Bin Ladîn ji aliyê hêzên Amerêkanîve hatiye kuştin.Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku, dê El Qaîde li Amerîka û li derê Amerîka li dije Amerîka û hevalbendên wan êrîşên xwe berdewam bikin.
Herweha hatiyê ragihandin ku, wê demek nêzik de kasetek ya Bin Ladîn bête belavkirin ku, wî ji berî kuştina xwe heftiyekî ew kaset çêkiriye.
Daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku wê serhildanê li dijî hukumeta Pakistanî jî bikin ji bo şermezariya Pakistanê ya hevalbendiya amerîka pakij bikin. Herweha li gelek welatîn Ereb û misilman kuştina Bin Ladîn ji aliyê pişgirên El Qaîdê hate protesto kirin.