Nivîsar

Rola serokê Kurdistanê û a kabîneya 5 an a herêma Kuristanê

Rola serokê Kurdistanê û a kabîneya 5 an a herêma Kuristanê

Her ku dem diçê, rola serokê Kurdistanê birêz û pak Mesûd Barzanî, bêtir zelal û ruhnîtir dibê. Serokê Kurdistanê M. Barzanî, bûye cihê serîlêdanên ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqa Federalî bi gelemperî û ên Kurdistana Federalî bi taybetî. Ev rola giranbiha tesîra xwe li der û dora Iraqa Federalî û li seranserî cîhanê jî dikê. Tesîr ji çend alîyan ve dibê. Di dereceya yekê de, ji bo Kurdistana federalî dibê xwedîyê balanseka sosyal, seqamgirî, parastina destkevtinên başûr û geşkirina psîkolojîya kurdên hersê perçeyên din û tedbîqkirina madeya 140 î di makzagona Iraqa Federalî de. Bûye dezgeha parastina serdestîya qanûnê li başûrê Kurdistanê, dadperwerîyek ji bo hemû xelkên Kurdistanê û parastina mafên xelkên ji derveyî nasnameya kurdî li Kurdistanê.

Kurdistana federalî, bi rola serokê Kurdistanê û bi xizmetguzarîyên kabîneya 5 an buye kelehek ku kurdên hemû alîyên Kurdistanê karin pişta xwe bidinê û jê fêdeyek mezin bibînin. Bûye navendek bazara azad û berfirehîya ekonomî ku xelkên cîhanê hemû jî fêdê û qazancê werdigrin. Bûye bazarek navnetewayetî ku li gor çapa xwe ekonomîya cîhanê berbibaşîyê de diparêzê. Ev nayê wê wateya ku ked û zahmetkêşîya xelkê û alîyên din di vê pêşketin û berfirehîyê de nîne. Belê heye û gelek jî heye. Bi xwîna şehîd û gorîyên lawên Kurdistanê û bi têkoşîn û berxwedana pêşmergeyên mêrxas û rêberê wan general Mistefa Barzanî, bingehek ji hesinê polayî ji bo biserketina kurdan hatibû danîn. Li ser wê bingeha ji hesinê polayî, avakirina Kurdistanê û berfirehîya di warê aborî û berhemanînê de her pêşve diçê.

Rêbaza Barzanîyê nemir, dûrbîn û hemdemî ji bo paraztina mafên kurdan li her alîyê Kurdistanê, rêberîyek gelekî zelal û bi armanca ku bigihi hedefa xwe, kar û xebatek bi birhem û mumkun xistiye ber destên me kurdan. Ji ber ku rêbaza Barzanî, berîya her îdeolojîyê û tendensê, mafê neteweyê kurd wek mafê hemû neteweyên li cîhanê, mafekî rewa dibînê û bikaranîna vî wafî jî divê ku têkevê destên kurdan û ew biryara birêvebirina xwe bidin. Ji ber vê veye ku îro li Kurdistana federalî, berfirehîya demokrasîyê, a ekonomîyê, a civatê û bîr û bahwerîyên core-cor, di her alîyên jiyanê de tên xuyayîkirin. Parlametoyek ku ji gelek partîyên sîyasî ku bîr û bahwerîyên wan ji hev cudanin hatîye holê, heye.

Desthilatdarîya Kurdistanê ku Kurdistanê di çarçeweya erk û sînorên xwe de bireve dibê li holê heye. Serokatîya Kurdistanê bitaybetî serok Barzanî ku bûye cihê bahwerî û çareserkirina kêşeyan û ev jî di nava dewletên cîhanê de dibê dezgehek pêwist û hewce ji bo Kurdistanê, Iraqê û cihê dilxweşîya dewletên dostên mirovên li cîhanê. Kabîneya 5 an bi serokwezîrtîya birêz  Nêçîrvan Barzanî pêkhat. Di parlamentoya Kurdistanê de gelek partîyên sîyasî ku dîtin û bahwerîyên wan newekehev di parlamentoyê de bi cih bûn. Merev karê bêjê ku demokrasîyek berfireh di vê demê de li Kurdistana federalî pêk hat û îro jî berdewam e.

Kurdistan bû wek baxçeyekî ku bi her rengî gul têde şîn bên û bixemilê û bibê gulîstanek pirreng. Gencbûna birêz Nîçîrvan Barzanî, dîtin û kirinên wî di piraktîkê de, bahwerîya wî a bi demokrasîyê, sempatîyek ne tenê li Kurdistanê lê belê di nava dewletên bi nav û deng jî de pêkanî.

Bi çend rêzan ez nikarim van rolên giranbiha bilêv bikim. Lê birêz û hêja Nasrat Hacî, di pertûka bi navê ”GULBIJÊR”ê, hunera Birêz Nîçîrvan Barzanî gihandîye ber destên xelkê û xwendevanan. Pertûkek gelekî hêjaye û didê xuyayîkirin ku kurd çiqasî jêhatî, aştîxwaz û mirov in.

Felemez Akad    2011 05 06   Swêd

Back to top button