Polîtîk

PYDê xwepêşandan qedexe kirin

Rêveberiya Cizîrê ya bi ser PYDê daxwaz ji xelkê Rojavayê Kurdistanê kir, ku beşdariyê di xwepêşandanên roja şemiyê yên ENKSê de nekin.Di daxuyaniya rêveberiya Cizîrê ya bi ser PYDê de hatiye, her kesê ku beşdariyê di her xwepêşandaneke bê îcaze û neyasayî de bike, dê bê girtin û bo dadgehê bê şandin.Ev daxuyaniya Rêveberiya Cizîrê ya bi ser PYDê di demekê de tê, ku Sekertariya Giştî ya Encumena Niştmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji tevahiya encumenên xwe yên xwecihî û tevhiya xelkê Rojavayê Kurdistanê li devera Cezîrê kiribû ku îro roja şemiyê dakevin kolanan û xwepêşandanekê bi helkefta roja cîhanî ya mafê mirovan saz bikin.ENKSê herwiha daxwaz ji alîgirên xwe û xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye, di xwepêşandanên îro şemiyê de daxwaza azadkirina girtiyên siyasî yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de bikin.Asayişa Rêveberiya PYDê, bi dehan serkirde, berpirs, endam, siyasetmedar û çalakavanên kurd ên ser bi ENKSê ve girtine.Ew yek di demekê de ye, ku di hefteya bihorî de, ofîsên ENKSê yên li Amûdê, û Tirbespiyê ratsî êrişên alîgirên Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) hatibûn û hatibûn şewitandin.Herwiha roja 2ê Kanûnê xwepêşandana ENKSê li Qamişloyê jî rastî êrişa alîgirên PYDê û hêzên Asayişê hatibû.Rojavanews

Back to top button