Hikûmeta Kurdistanê ji bo wergirtina qerzî digel Birîtaniyayê li hev kirin
Hikûmeta Kurdistanê û Ajansa Qerzbexşiyê ya ser bi Hikûmeta Birîtaniyayê (UKEF) ve gihiştine lihevhatinekê ji bo dabînkirina budceya qonaxa yekem ya girêbesta navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompaniya Endaziyariya avê ya birîtaniyayî (Biwater) ji bo çareserkirina pirsgirêka av û avrêjên her du bajarê Hewlêr û Silêmaniyê.UKEF razî bû ku 34.8 milyon dolarên amerkîkayî weke qerz bi hikûmeta Herêma Kurdistanê bide ji bo qonaxa yekem ya pirojeya av û avrêjên bajarên Hewlêr û Silêmaniyê, ev jî piştî wê yekê tê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2015ê de girêbestek bi buhayê 1.2 milyar dolaran digel Biwater îmza kiribû. Ev yekem care li gor qanûna jimare 7 a sala 2015ê hikûmeta Herêma Kurdistanê qerz werdigire.Adrian White serokê kompaniya Biwater di axavtinekê de got: Kompaniya Biwater di sala 1968ê de hatiye ava kirin û ji hîngê were gelek pirojeyên sereke yên av û avrêjan li sertaserî cîhanê, bi Rojhilata Navîn re, encam dane û îmzakirina vê girêbestê li Herêma Kurdistanê werçerxaneke sereke ye ku tekonolojiya modern ji bo çareserkirina av û avrêjên herêma Kurdistanê dabîn dike.Bi vê minasibeta îmzakirina rêkeftina wergirtina qerzî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: Ev lihevhatin ji bona pêşvebiriba jiyana rojane ya şêniyên Hewlêr û Silêmaniyê pêngaveke giring e. Ev cara yekeme hikûmeta Birêtaniyayê bi awayekî raste rast ji bona pêşxistina infrastrukturayê, qerz bi hikûmeta Herêma Kurdistanê dide. Em hêvîdar in pêdana vî qerzî rêxweşker be ji bo dabînkirina sermayeyê pêwîst ji bo qonaxên din yên vê pirojeya girign. Em sipasiya hikûmeta Birîtaniyayê dikin ku li ser asteke bala piyevaniya piojeyê kiriye û ev yek jî rengvedana têkeliyên nêzîk û berhemdarên navbera Birîtaniya û Herêma Kurdistanê nîşan dide.