Polîtîk

PYD li Efrînê riyan digire

Li gora raporteke taybetî ji bo malpera AVESTA KURD li herêma Efrînê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) belav bûne…

Rapora ku ji bo malperên hatiye destnîşan dike ku li gelek cihan çekdarên PYD riyan digirin û rêwiyan kontrol dikin.

Rapor diyar dike ku, kesên ku siyaseta PYD rexne dikin û xeta wan ya xebatê qebûl nakin, di dema kontrolkirina nasnameyan de problem ji wan re ji aliyên endamên PYD ve têne derxistin.

Di raporê de her wiha tê diyarkirin ku gelek caran li ser wan kontrolan xelk tê tirsandin û gelek ji milet ji tirsa wan kontrolan riya xwe diguherin.

Milet dipirse gelo, danîna kontrolan li ser riyan sûdê digihîne kê û sedema ku PYD bi karekî wiha radibe çi ye?

Kiryareke wiha dikeve xizmeta kê?

Çawa dewlet rê dide tiştekî wiha?

Back to top button