Polîtîk

Îro Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî tên wezîfedar kirin

Parlamentoya Kurdistanê, di rûniştina xwe ya sibe a awarte de, wê serokwezîrtiya Nêçîrvan Barzanî û cîgirtiya Îmad Ehmed bi awekî fermî qebûl bike.

Duhî serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî û cîgirê wî Erselan Bayîz ji erkên xwe îstîfa kirin. Parlamentoya Kurdistanê di civata xwe ya giştî ya duhî de Erselan Bayîz (YNK) wek serokê parlamentoyê û Hesen Mihemed Sûre (PDK) jî wek cîgirê wî hilbijart.  Kemal Kerkûkî ji endamtiya parlamentoyê jî îstîfa kir.

Serokê lijneya yasayê yê parlamentoya Kurdistanê Şêrwan Heyderî ji Rûdawê re got:

Berhem Salih serokê kabîneya şeşê yê hikumeta herêma Kurdistanê hê berê îstîfaya xwe dabû, ev yek hatibû qebûlkirin û kabineya şeşê erkê xwe bi dawî anî bû. Sibe (îro) serokê herêma Kurdisatnê ji bo destnîşankirina serokê hikumeta nû û cîgirê wî dê nivîsekî pêşkêşî serokatiya Parlamentoyê bike.

Şêrwan Heyderî herwiha got ku, sibe (îro) parlamentoya Kurdistanê bi awayekî fermî serok û cîgirê serokê hikumeta nû ya herêma Kurdistanê dê destnîşan bike: 

Dê parlamento ji bo qebûlkirina hikumeta nû dengdanê pêkbîne û biryarên xwe ji serokê herêma Kurdistanê re bişîne. Piştî vê dê serok Barzanî ji bo damezrandina kabineya hikumeta nû Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed erkdar bike û mehekê molet bide wan.

Li gorî rêkeftinameya stratejîk a navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmana Kurdistanê (YNK), her 2 salan carek hikumeta herêma Kurdistanê di navbera PDK û YNKê de tê guhertin. Li gorî rêkeftinameyê serok û cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê jî tên guhertin. Hê berê Nêçîrvan Barzanî ji hêla PDK’ê ve ji bo wergirtina erkê serokwezîrtiyê hatibû nmazed kirin û Îmad Ehmed jî ji hêla YNK’ê ve ji bo cîgirtiya serokwezîr hatibû destnîşan kirin.

 

Back to top button