Kultur

Havîn dilê hezkiriyên xwe soranîaxêvan nahêle

Stranbêja ji bakurê Kurdistanê, Havîn, ku ji ber beşdariya wê di çend programên kanala Korek û Kanal 4 de bêtir hat naskirin, niha amadekariyên ji bo tomarkirina berhemekê bi zaravayê soranî dike.

Hunermenda dengxweş Havîn di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ez albûmeke stranan amade dikim û tevahiya karên wê xilas bûne, îşalla di demeke nêzîk de wê belav dikim.”

Havîn diyar kir ku piştî vê albûmê, ew dê berhemekê bi zaravayê soranî jî tomar dike: “Ji ber ku ez dizanim çiqasî têm hezkirin li cem xelkê başûrê Kurdistanê û soranîaxêvan ve, min biryara xwe daye ku almûmeka strana bi zaravayê soranî amade bikim.” 

Back to top button