Grand: Bi tenê li Kurdistanê azadîya pêkvejiyanê heye
Akademesyen, pispor û şarezayê ware programên perwerde û xandinê li wîlateya Texasê, Dr. George Grand di çarçoveyê pêşwazîkirina şandeya perwerdeyî a herêma Kurdistanê ku, niha bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye, got ku, li Rojhilata Navîn bi li tenê Kurdistanê azadiya pêkvejiyanê heye:
– Kurdan hemû bingehên serkeftin û pêşkeftinî hene. Eger hêvîyek ji bo azadî û pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn mabe, ew jî li Kurdistanê ye
Grand di civîna digel heyeta perwerdeyî a herêma Kurdistanê de, behsa rewşa welatên erebî û guhertinê li hermê dibin kir û got:
– Ya ku li Tunis, Misir, Lîbiy, yemen û Behreynê diqewime tu hêviyan nade û ew ne bihar e, lê reaksyona nebûna azadiyê ye li wan welatan.
Şarezayê ware perwerdeyê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, Kurdistanê pêwîsîtî bi bi hevkarî û hevahengiya Amerîkayê û dostan heye daku nifşê nû bikare rabirduya pir serweriya xwe biparêze û paşeroja neteweya xwe jî misoger bike:
– Pêwîste Amerîka û azadîxwazên cîhanê bi hemû rêyan piştgiriyê li gelê kurd bikin û ew azadî û pêkvejiyana heye li herêma Kurdistanê biparêz in.
Di dawiya hevdîtinê de heyeta herêma Kurdistanê alayekê kurdistanê weke diyarî pêşkeşî Dr. George Grand kir.