Civak

Nûçeya Hewlatî Derew e

 


Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê bi daxuyaniyekî nûçeyeke Rojnameya Hewlatî red kir.

Ev naveroka daxuyaniya Ajansa parastina asayîşa Kurdistanêye;

Rojnameya Hawlatî di çarçoweya hewldanên xwe de yên ji bo teşhîr kirina dezgehên fermî û şerî yên Kurdistanê de nûçeyek dûr ji rastî di rûpela yekem ya hijmara 808an ya ku, di roja 12.2.2012an de hatiye weşandin hatiye belav kiriye.

Em weke Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê ev nûçeya han bi tundî red dikin û ev yek weke direwek şaxdar ya Rojnameya hawlatî binav dikin û ev nûçeya han jî bi dûr ji exlaq û pîwanên pîşeya Rojnamewanî biliv dikin.

Mûsa Yûnis Ebdulah ku, hatiye koştin welatiyek medenî ya vê welatî bûye û rojnameya nav hatî jî navê vî bi rastî nezaniye.

Her çend PKK kuştina nav hatî red dike lê rêbaza kuştina nav hatî gelek bigomane û Wezareta navxwe ya Kurdistanê jî soza lêkolînên berfire di vê warî de daye.

Rojnameya Hawlatî wisa behs dike ku, qaşo li gel kesûkarên nav hatî de giftûgo kiriye lê ev yek di demekî deye ku, navên wan û navê welatiyê koştî jî bi şaştî nivîsandiye.

Rojnameya han navê welatiyê koştî bi navê Yûsif Hesen nivîsandiye, gelo eger ev rojnameya han li gel kesûkarên koştî giftûgo kiriye vê demê bo nikarîne navê vî bi rastî û dirostî binivîsin?

Ji aliyeke din ve nivîsandine ku, qaşo nav hatî endamê Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê bûye û çavkaniya vê îdîaya wan jî kesûkarên welatiyê koştiye ku, navê vî jî nizanin.

Em weke Ajansa parastinê radigehênin ku, welatî Mûsa Yûnis bi ti awayî peyvendiyên xwe bi Ajansê ve tune bûne û ev yek nûçeyeke ku, bi armanca teşhîr kirina Ajansê hatiye weşandin.

Her çend ku, ev nûçeya han şaş û dûr ji rastiyêye hevdem ji aliyeke din ve jî bi aloz kirin û dinav hev xistina dosyeya han xedrê li kesûkarên qurbaniyên bûyera Roboskî jî dikin.

Em dixwazin bipirsên ka gelo ev kesên han bi wan nûçeyên xwe şaş dixwazin xizmeta kî bikin?

Ji aliyê din ve ev kesê ku, hatiye koştin welatiyeke medenî yê vê welatî bûye lewre dibûya Rojnameya han lêkolîn li dor çawetiya koştina vî kiriba nekî hewel bo aloz kirina dozê bide.

Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê dezgeheke fermî ya Hikûmeta Kurdistanê ye û ne dezgeheke taybetî ya part anjî aliyeke siyasiye, lê diyare ku, Rojnameya han rêz ji qanûn û yasayên Kurdistanê û şerî bûna Parlemento û Hikûmeta Kurdistanê re nagire, jiber vê çendî em gelek ne ecîb mayîne ku, nûçeyên bi vê rengî dûr ji rastî belav dike.

Rojanmeya han hevdem li gel teşhîr kirina Ajansa parastinê hewl bo parastina qatilên Roboskî dide û weke pîşeya hertimî ya xwe hertim parastina bikojên Kurd dikin û Kurd tawanbar dikin.

Tevahiya hewldanên vê dawî yên vê rojnameya han jî bitenê bo teşhîr kirina Ajansa parastinê bûye jiber ku, ne PKK nejî Rojnameya Taraf ya Tirkî bi ti awayî behsa Ajansa parastinê nekirine.

Em weke Ajansa parastinê dipirsên ka gelo di vê îftiraya han de vê kî fêde bigire?

Di dawî de em daxwaz ji sendîkaya Rojnamewanên Kurdistanê dikin ku, li hember vê kiriyara Rojnameya Hawlatî helwestek nîşan bide û ji vê zêdetir derfetê nede ku, pîwan, qanûn û yasayên Rojnamegerî bi vê rengî werin binpêkirin.

Ajansa parastina asayîka Kurdistanê li ser esasê berejwendiyên Gel û welat û li gorî qanûnên Kurdistanê kar dike, û di her şert û mercekî de li ser erkê xwe ya ji bo parastina can û malê welatiyan û ewlekariya Kurdistanê de berdewam dibe û heta niha jî baştirîn hêz û pişta me piştgîriya xelkê me bûye û ev hewldanên bi vê regnî jî nîşaneya kara û çalak bûna Ajansêne û pişt bi xwedê mezin û bi piştgîriya welatiyan em ti car ji vê erkê xwe yê pîroz poşman nabin.

Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê

14.2.2012

Back to top button