Polîtîk

PYD berpirs û endamên Partiya Azadî û El-Partî digire

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku baskekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye li Rojavayê Kurdistanê, bi dehan berpirs û endamên Partiya Azadî û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) digire û yekî ji wan endaman jî radestî rejîma Sûriyê dike. Berpirsekî PYD-ê jî dibêje ku ew kesên han bi tohmeta hevkarî û plana Artêşa Azad bo kontrolkirina navçeyên Kurdî hatine girtin.

Li gor wan ahagiyên ku ji çend çavkaniyên taybet gehiştine rojnameya Basê, di çend rojên borî de Asayişa PYD-ê li Rojavayê Kurdistanê, operasyonek daye destpêkirin bo girtina endam û karbidestên herdu partiyên din ên Kurdî (Partiya Azadî û Partiya Demokrat-El Partî), di wê demê de zêdeyî 5 endamên El-Partî bi navên Mihemed Elî Bilal, İzet Heso, Mistefa Heso, Xelîl Bekir û kesekî din bi navê Behzad ji aliyê Asayişa PYD-ê ve hatine girtin û guman heye ku ew kesên han radestî desthilatdarên rejîma Esed kiribin.

Li gor heman çavkaniyan, sê endamên din ên Partiya Azadî bi navên Elaedîn Himam, Serwer Himam û Salih Şahîn Dexo hatine girtin û alîgirên wan herdu partiyên Kurdî jî li bajarên Kurdî bi taybetî li bajarê Kobanê dest bi xwepêşandanê kirine, bi hezaran rijiyane ser cadeyan û daxwaza azadkirina wan kesan dikin.

Di vê derbarê de Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cim’a ew agahî ji Basê re pişştrast kirin û got: ‘’Sedema girtina endamên me û yên El-Partî tenê ew e ku PYD nikare rikeberiya siyasî qebûl bike û dixwaze bi rêya hêzê dest deyne ser Rojavayê Kurdistanê.’’

Cim’a wiha axifî: ‘’Em û El-Partî rikeberên hizbî yên wê partiyê ne û ew jî bi rêya hêzê dixwaze hebûna me li navçeyên kurdî kêm bike. 13 roj dibe endamên me girtine û ne amade ne ku wan azad bikin. Ew karê ku Asayişa PYD-ê ligel endam û karbidestên partiya me dike, xeletiyeke mezin e û piştî ev mijara han ji raya giştî re zelal û eşkere bû wê demê ew dê şermezar bibin.’’

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Niştimanî ya El-Partî li Herêma Kurdistanê Seîd Umer ji Basê re eşkere kir ku girtina endamên wan ji ber çalakî û pêşketina siyasî ya partiya wan bûye û got: ‘’Plana PYD-ê ya kuştin û revandina endamên me hebû û tenê li bazara Efrînê 3 endamên me şehîd kirin, piştre malên wan şewitandin û xaniyên wan jî rûxandin.’’

Umer wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Roja 13.02.2013-ê di dema xwepêşandana bajarê Dêrikê de, teqe li serkirdeyê me yê bi navê Nesredîn Birhik kirin û birîndar bû, li bajarê Kobanê jî endamekî me yê din bi navê Welat Hisê şehîd kirin, demek jî dibe serkirdeyekî me bi navê Behzad Dursin ku endamê polîtburo ye piştî du car hewla kuştina wî dan niha girtine, revandine û heta niha kes nizane li ku ye, guman heye ku radestî aliyekî din hatibe kirin.’’

Li beramber jî Nûnerê PYD-ê li Herêma Kurdistanê Cafer Henan ji Basê re got: ‘’Piştî civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel wan partiyan, Asayişa HPG-ê guman kiriye ku planek li ser bajarên Kurdî hebe, loma ew kes bi tohmeta hevkarîkirina Artêşa Azad girtine ku bernameyê wan hebû hevkariya wê artêşê bikin, da bikare bi rêya ava Dîcle û Firat, êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û bajarên Kurdî bixe jêr kontrola xwe.’’

Henan da zanîn ku ew kesên hatine girtin heta niha jî nehatine azadkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Wan îtiraf kirine ku bernameyê wan hebûye hevkariya Artêşa Azad bikin, lewra ew kes tên dadgehkirin û dadgeh biryar dide ka cezayê wan çibe, yên ku hatine azadkirin jî xwiya ye ti tawan li ser wan nehatiye ispatkirin.’’

Derbarê wêya gelo yek ji wan kesên girtî radestî rejîma Sûriyê kirine, Berpirsê PYD-ê got: ‘’Hîç kesek ji wan radestî rejîma Sûriyê nehatiye kirin û ewên ku heta niha girtî ne, di destê hêzên asayişê de ne.’’

Nûçe:Hêmin Salih/BasNews

Back to top button