Polîtîk

MHPê û CHPê li Sînopê nijadperestî kirin

Erdogan erîşa dijê parlementerên BDPê şermezar kir.

Wek tê zanîn heyetek ji parlementerîn BDPê û KCDê ji bo behsa aşitiyê û prosesa nû bikin, serdana devera Behra Reş kirin. Armanc ew bû ku pêvajoya nû û prosesa aşitiyê ji xelkê herêma Behra Reşre bêjin. Lê li bajarê Sînopê rasta êrîşekî hatin û nekarîn gera xwe temam bikin û ji Sînopê vegeriyan û ew gera xwe sekinandin.

Doh Erdogan di gurba partiya xwe de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de behsa êrîşa dijê parlementerên BDPÊ kir.

Erdogan di vê derbarê de got: Ev kes ji aliyê xelkê ve hatine hilbijartin. Mafê wane ku di çerçova yasayê de civînên xwe bikin. Hun mecbûrên rêzê li wan bigrin.

Erdogan di vê derbarê de MHP û CHP tawanbar kir. Erdogan got:Niyeta parlementerên BDPê çibe bile ew be.Serdana bajarê Çorumê kirine û ji wê derê çûne bajarê Sinopê. Hinek Gurubên ji MHPê û CHPê pravakasyonek pêkanin û êrîşê parlementerên BDPê kirin.Ew dibêjin dema PDB peyamên baş bidin rê nedin wan.

Herweha di axvtina xwe de Erdogan MHP û CHP bi nijadperestiyê tawanbar kirin û got: Di rihiyeta we de rêz tuneye. We nijadperestî kir.

Back to top button