CîhanRojev

Putîn doza lêborînê kir

Serokê Rusyayê Vladimir Putîn, ji bo gotina wezîrê derve yê Rusyayê doza lêborînê li serokwezîrê Îsraîl kir. Ji berî demekî wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov di axaftineka xwe de gotibû ku, Hitler eslê xwe cihûye.

Putin li gel serokwezîrê Îsrail  Naftali Bennett hevdîtinek pêkanî, di hevdîtinê de Bennettin ji bo derketina xelkê sivîl ji bajarê Mariupol pêşniyarek kir û Putin jî, soza ku di di bin kontrola Xaça Sor  de vekirina korîdorekî da serokwezîrê Îsrail.

Di hevdîtinê de gotina ku Lavrov gotî hate rojevê. Lavrov gotibû ku; “ Eslê Hitler cihû bû, kesên herî zede neyartiya cihûya dikin cihû bi xwe ne“ Putin ji bo vê yeke doza lêborinê kir û serokwezîrê Îsrail jî lêborîna Putin qebûl kir.

Di derbarê hevdîtina telefonî de, Kremlîn daxûyaniyek da û got: Bi minasebeta roja azadiya Îsrail, Putin bi rêya telefonê hevdîtinek li gel serokwezîrê Îsrail kir û ew pîroz kir.

Back to top button