
Rêveberê koç û koçberan û bersivderê krîzan li parêzgeha Duhokê ragehand, hejmara koçberbûna dubare ya xelkê Şingalê heta îro 05.05.2022yê geheştiye 10 hezar û 261 kesan û ew hejmar her diçe zêde dibe.
Rêveberê koç û koçberan û bersivderê krîzan Pîr Deyan Cehfer ji BasNewsê re got: ‘’Di sê rojan de hezar û 711 malbatan koç kir ku hejmara wan dibe 10 hezar 261 kes û ji Şingalê dubare koçber bûn. Herwaha ew hejmar her diçe zêde dibe û beşeke piraniya wan malbatan careke din çûn nav kampa koçberan a li sînorê parêzgeha Duhokê û beşek ji wan jî çûne nav kesûkarên xwe li derveyî kampan û Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û îdareya parêzgeha Duhokê berdewam piştevanê koçberan û hemû pêwîstiyên wan dê bên dabîn kirin.’’
Herwaha got: ‘’Pêşbînî tê kirin rêjeyekî zêdetir a xelkê Şingalê koçber bibin, ji ber rewşa xelkê nav Şingalê gelek xirabe û ji aliyê naçariyê ve xelkê Şingalê dest li mal û milkên xwe berdidin û berê xwe didin parêzgeha Duhokê.’’