
Cîgirê Serokê Bajarvaniya Hewlêrê ragihand heta salekê navên ser tabloyên kompanya û kargeh û firoşgehan têne rêkxistin. Sekreterê Jûrên Bazirganî û Pîşesaziyên Kurdistanê jî dibêje li jûrên bazirganî û pîşesazî tenê navan yek alî dikin bo ku dûbare nebin.
Endazyar Karzan Ebdulhadî Cîgirê Serokê Bajarvaniya Hewlêrê ragihand: “Me biryar daye navên yekemê hemû tabloyan yên li tixûbên Hewlêrê bi Kurdî bê, ji bo navê dûyem û sêyem jî xwediyên kargehan yan kompanyayan keyfa xwe ne ku bi her zimanekî din bikarbînin.”
Di derbarê dema destpêkirin û dawî hatina proseyê jî got: “Ji niha da prose destpêkiriye û rojane hevbeşên ku serdana bajarvaniyê dikin, navên wan têne rast kirin. Eve jî li salek da temam dibe, ji ber ku divê li salek da carek serdana bajarvaniyê bikin ji bo pêdana risûmatan ku ji bo her metrek çargoşe (30) hezar dînare”.