Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Şanda Neteweyên Yekgirtî civiyan

Îro sêşem 03/03/2020 li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li gel birêz Adama Dieng Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Rêgirîkirina li Komkujiyê civiya.

Her çende civîn berdewame û heta niha jî tu zanyariyek di derbarê vê civînê de nehatine belavkirin lê belê tê pêşbînîkirin ku li ser komkujiya dijî Kurdên Êzîdî û şerê dawiya Daîş û encamên wê bêne axaftin.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser berev pêşvebirina zêdetirê pêkvejiyana hemû pêkhatên Herêma Kurdistan û Iraqê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyek li gel Neteweyên Yekgirtî ya ji bo lêkolîna li tawanên Da’îş derbirî bi taybet wan tawanên li dijî Êzdî û Mesihiyan hatine encamdan.

Berî nîvroya îro sêşem 03/03/2020 Serok Nêçîrvan Barzanî li civînek da li gel şandekî Neteweyên Yekgirtî ya Karubarên Lêkolîna Tawanên Da’îş ya bi Serokayetiya birêz Adama Dieng Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya ji bo rêgirîkirina komkujiyê, her wiha behsa rewşa koçberan û tawananên Da’îş û sedemên venegeriyana koçberan ya li ser warên xwe kir û tekez jî li ser girîngîdana zêdetirê mafê pêkhatan li destûra paşarojê ya Herêma Kurdistanê da kir.

Ji aliyê xwe ve şanda mîhvan bi kurtî di derbarê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistan û Iraqê, serdana meydaniya ji bo navçeya Şingal û deverên ziyanberketiyên destên Da’îş û dîtina qurbaniyên destê Da’îş û kesukarên wan, komkirina belgeyên tawanan û dadgeh kirina tawanbaran pêşkêş kir. Şandê hewl û rola Herêma Kurdistanê li hewandina koçberan û pêşkêşkirina xizmetguzariya wan û rêxweşkirina tîmên navdewletiyên lêkolînê li tawanên Da’îşê, bilind nirxand.

Li civînê de ku birêzan Kerîm Xan Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Navdewletiya Lêkolîna Tawanên Da’îş li Iraqê, Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîr û hejmarek ji Wezîr û Berpirsên Herêma Kurdistanê amadebûn, her dû alî li ser beşdarîkirina pêkhatan li desthilat û derxistina yasaya tawanan li Iraqê ku hêsankariyê ji bo tîmên navdewletî bike, mîsogerkirina pêkvejiyan û aştbûn û binyatnana bawerî û peywendiya di navbera pêkhatan û sûdwergirtina li ezmûna welatan li çareserkirina van doz û keysan da, girîngîdana bi babetên pêkvejiyanê û lêborîna li warê perwerde û fêrkirinê da li Iraqê, rijd bûn.

Back to top button