Nivîsar

Prosesa ku nayê gengeşekirin

Eve demeke li ser awayê çareseriya pirsa PKK-ê gelek gengeşe têne kirin û gelek senaryoyên cuda bi awayê cur bi cur di rojêvê de têne gotin. Hinek rojname û malper di vê derbarê de nûçeyan belav dikin. Hevdîtina dawî ya Ocalan li gel berpirsên Îstixbarata Tirkiye wek berdewamiya hewlên çareseriyê hate nirxandin. Gelo di rastiya xwe de çi dibe? Di rastiyê de tiştek heye yan tenê hinek senaryo têne nivîsandin.

Mirov rastiyê bi temamî nizanê, lê dema hinek bûyer û nûçeyên derdikevin baş bêne nirxandim ,ihtimala ku mirov bigihe encamekî heye. Di derbarê van senaryoyên tên gotin de û herweha di derbarê çareseriya pirsa PKK-ê de kesek deng nake, tu nirxandin nayên kirin.  Di derbarê nûçeyên rojnama de derdikevin PKK ti daxuyaniya nade. Berpirsên dewleta Tirkiye li ser van senaryoyan tiştekî nabêjin. Ev bê dengî bi xwe delîlê ku di bin ve, yanî nehînî ji bo çareseriya pirsa ku, PKK ji dev çekan berdê û çekdarên PKK-ê ji çiya werin xwar hinek tişt gelek nehînî têne kirin.

Hevdîtinên li gel Ocalan jî têne kirin li ser vê yekêye. Wek tê zanîn projeya ku PKK-ê ji çîya bînin xwar û bê çek bikin hatine hinek çekdarên PKK-ê ya Xabûr li bîra me tevaye. Dewletê dadgeh li deriyê Xabûrê danîn û çekdarên PKK-ê yên ji Qendîl û ji Başûrê Kurdistanê hatîn nehatin girtin û serbet derbas bûn û gelek girsehî hatin pêşewazî kirin.  Ev bû wek destpêkekî û gelek hêviyek mezin ji bo aşitiyê xelkê re çêkir. Lê ev proses gelek bi zîzî ji aliyê hinek aliyên tarî ve hate sabote kirin. Kesên xwestin ku wê prosesê têkbibin serketin. Ev bûyer demek dirêj bû sedemê gengeşeyên siyasî li Tirkiye. Ew aliyê tarî di nav dewletê de û nav PKK-ê de jî nedixwestin prosesa destpêka gavekî ji bo aşitiyê serbikeve.

Îro bi aweyek din rewşa çekdarên PKK-ê tê gengeşekirin, tê gotin ku, dê çekdarên PKK-ê ji Qendîl  û ji baregehên din yên li Başûrê Kurdistanê derbasî Sûrî bibin û piştî demekî li Surî bimînin , dê Tirkiye efuyek giştî derêxe û kesên bixwazin wê vegerin Tirkiye. Pirsa efuya giştî piştî hilbijartina di rojeva hukumetê de ye.

Hevdîtinên dawî di nav berpirsên dewletê û Ocalan de çêbûyin hatin belav kirin. Ocalan gelek vekirî dibêje ku, eger dewlet min ji girtigehê derêxe û di malekî (Xanîyekî) de, di binçav de bigire yanî azadiya min bête temîn kirin dê ev pirsa ku li ser gengeşe dibin wê bête çareserkirin. Wek din Ocalan dibêje , eger ev daxwaziya min pêknewê ez hêdî xwe ji vê pêvajoyê didim aliyekî û eleqeya xwe ji tiştekî naynim. Ev jî tê vê wateyê ku, dê tevlîhevî çêbe û PKK dest çelakiyên çekdarî bike û pêvajoya agirbestê namîne.

Dema pirsek bi awayekî ber bi çareseriyê ve herê herkesek li gora xwe hinek hesaba dike. Lê piraniya cara ev hesabên tên kirin  di rojevê de nayên gengeşekirin. Lê kurd vê yekê gengeşe nekin jî hinek aliyên din gelek piralî van pirsan gengeşe dikin.

Meha  Hezîranê li Tirkiye hilbijartinên parlementoyê hene. Siyaseta hukumetê û ya PKK-ê jî di van hilbijartinan de  gelek vekirî li gora encama hevdîtinên li gel Ocalan têne kirin wê rêve herê. Ji ber wê yekê jî guhertina helwestan di vê pêvajoya hilbijartinan de dikarê rojane bête guhertin.

Armanca Ak-Partiyê ewe ku, bi hêzek mezin werê ser hukum. Ak-Partî çavê xwe daye  ji % 50 dengan bigre. Armanca Ak-Partiyê ewe ku di parlementoyê de 367 parlemantera destbêxe ku guhertinên di derbarê , destûra nû de û guhertina sistema serokatiyê li Tirkiye hesanî pêkbîne. Ji bo Ak-Partî bigehe vê armanca xwe divê MHP di bin baraja ji % 10-ê de bimîne. Herweha eger hevdîtinên li gel Ocalan erênî encam bide, ihtimala ku BDP jî wek partî bikeve hilbijartinan derdikeve holê. Ew jî dê di bin baraja ji % 10-ê de bimînin. Mayina du partiya di bin barajê de daxwaziya Ak-Partiyê pêktîne.

Emê hemî berê xwe bidin hevdîtinên di navbera dewletê û Ocalan. Dê pirs li wê derê bête encamdan.Ev gotin û daxuyaniyên din ji herdu aliyan gelek ne xwedî nirxin ji bo çareseriyekî.

21.01.2011
Dara Bilek

Back to top button