Polîtîk

Encamên serdana bo Bexdayê hatin nirxandin

Duhî li selahedînê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di gel Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.
Di civînê de ku Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amade bû, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji serok Barzanî re behsa encamên serdanan xwe ya bo Bexdayê û civîna bi Nurî Malkî serokwezîrê Îraqê û berpirsên din yên hikûmeta Îraqê re kir: Salih got ku di wan civaînan de behsa pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî pirsa hinardina nefta herêma Kurdistanê bo derve hat kirin.

Serokê hikûmetê encamên civînên xwe bi mezine berpirsên hiûmeta Îraqê re bi erênî wesif kirin û got ku di wan civînan de Hewlêr û Bexda çend rêjeftin li dor wan pirsên hilawîstî îmza kirine.

Serok Berzanî le hember wan encamên şandeya kurdî ya bi serokatiya Berhem Salih li Bexdayê bidest xistine kêfxweşiya xwe diyar kir û destxweşî li Berhem salih û Şandeya pê re kir.

Weke tê zanîn di roja 17.01.2011ê li bjarê Bexdayê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Nurî Malkî serokê hikûmeta Îraqê civiya bûn û di civînê de pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî pirsa hinartina nefta Kurdistanê bo derve gotûbêj kir bû.

Salh û Malkî piştî civêna xwe di preskonferensekê de ragehand bû ku ew li ser wê yekê rêketine ku hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê bên çarser kirin û nefta herêma Kurdistanê jî ji bo derve bê hinartin.

Back to top button