Polîtîk

PDK-Bakur kongreya xwe pêkanî

________________

Daxuyanîya PDK-Bakur

 

Ji bo raya giştî

Partiya me Partiya Demokrat a Kurdistan a Bakur, dawiya meha 12-ê 2010-ê kongreya xwe ya 10-ê, bi awayek serkeftî pêkanî. Eve demek dirêj bû ku ji bona sedemên navxweyî partiya me di dema pêwist de nekarî kongreya xwe pêk bîne. Komîta amadekirina kongreyê di nav hewldanek dijwar de bû. Di encam de dawiya meha 12-ê 2010-ê li Kurdistana Bakur kongreya partiyê civiya .

Di kongreyê de delegeyên ku nekarîn werin û amade bibin jî, bi nama dîtinên xwe û pişgiriya xwe ji bo kongrê dan kifşkirin. Piştî hatina cunta faşîst a leşkerî ya sala 1980-ê, partiya me kongre û konferansên xwe hemi ji derê Kurdistana Bakur pêk anîbûn. Ev yek bi xwe jî bibû sedemek ku, partiya me ji rastiya welat dûr ketîbû. Lê vê carê li ser daxwazî û pêşniyarên endamên kongrê, komita amadekar biryar da ku kongreyê li Kurdistana Bakur li bingehê xebata partiyê bi xwe bicîvînin.

Piştî demekê li gel hindek astengan Komîta Amadekariya Kongreyê, karî mercên civîna kongreyê pêk bîne û kongra PDK- Bakur li Kurdistana Bakur bicivînin.

Di kongreyê de endamên kongre yên ji aliyê rêxistinan ve hatîn destnîşankirin û yên din, ji % 80 amade bûn.  Beşek endamên ku nekarîn amade bibin bi rêyek nivîsandî, rewşa xwe û sedemên ku nikarin amade bibin dan diyarkirin. Tevahî kongreya me amadebûna ji % 90 yên endaman civîna xwe pêkanî.

Kongre piranî li ser rewşa rêxistinî ya partiyê sekinî û ji bo serastkirina vê rewşê hinek biryar dan . Herweha kongreyê biryar da ku , hêdî kongreyên partiyê di demên li peyrevê de hatîn kifşkirin de bicivin.

Di kongrê de hate eşkerekirin ku, di demên bûrî de, sedemek bingehîn yê nexweşiyên di nav partiyê de binpêkirina peyrevê bûye. Divê pêwendiyên di nav organ û endamên partiyê de, li gora peyrevê bêne rêvebirin û herkesek rêzê li peyreva partiyê bigre.

Di nav partiyê de kesek û tu organek ne ji peyrev û rê û rêbaza partiyê girîngtir e û mezintir e. Divê peyrew li ser her tiştekî re be.

Herweha di konreyê de hate diyarkirin ku, pêwendiyên li gel partiyên din yên Kurdistanê gelekî girîng in û divê ev pêwendî li ser bingehek rasteqînî û li gora berjewendî û destkeftiyên tevgera Kurd bêne berdewam kirin.

Guhertinên di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê çêdibin û gengeşeyên têne kirin dikare bibe sedemek bingehîn ku, zemînek demokratik li Tirkiyeû Kurdistana Bakur bête pêkanîn. Pêkanina zemînek demokratî çareseriya pirsa Kurd jî hesanîtir dike.

Şerê li Kurdistanê heyî di jiyana civakî û siyasî de tehrîbatên mezin kirine. Hêdî ji bo destxistina mafên rewa yê netewê Kurd  şerê çekdarî di vê pêvajoyê de ne çareseri ye. Çareserî di dayînû standinê de û bi rêya diyalogê tê dîtin.

Kurdistana Başûr û pêşketinên ku li Başûr çêdibin, ji bo tevgera Kurdistanê bi tevayî destkeftiyên mezin in. Parastina van destkeftiyan erkek netewî ye. Taybetî siyaseta  ku serokê herêma Kurdistanê bi rêve dibe, pêşiya tevgera Kurd ronî dike.

Di vê pêvajoya ku, guhertina destûra bingehîn di rojeva siyaseta Tirkiye de tê gengeşekirin, helwestên partî û rêxistinên Kurdan gelekî girîng e. Di baweriya me de, çi guhertinên bêne kirin û çi gavên bêne avêtin ji bo pêşxistina demokrasiyê be û di berjewendiyên tevgera Kurd de be, divê bê merc  pişgirî bête kirin û ji bo van gavan di nav civatê de aktîv kar bê kirin.

Em wek partiya PDK di  vê pêvajoyê de girîngiyek mezin didin helwesta dezgehên sivîl yên Kurd û bawerin ku ew di civatê de bi van helwestan rolên xwe pêk tînin.

PDK wek her carî berjewendiyên tevgera Kurd li ser hemi tiştekî re digire û kar û xebata xwe ya nûjen de nirxên demokratîk dide pêş û ji bo destkeftina mafên rewa yên gelên Kurdistanê xebatek hevbeş li gel hemi aliyên siyasî û civakî dike.

Bijî kongreya 10-ê ya PDK

Bijî xebata ji bo destkeftiyên rewa yên gelê Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur

PDK-Bakur

Back to top button