Polîtîk

Balyozê Britanya: Kurd xwedî nêrînên zelalin

   
       
Serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li John Jenkins balyozê Brîtanya yê li Iraqê û şande li gel ku, ji Chris Bowers konsolosê giştî yê Brîtanya li herêma Kurdistan û General Maks Marîna mulheqî serbazê li Balyozxaneya birîtanê pêkhat bû, kir..

Di hevdîtinê de, her du alî di derbarê rewşa siyasiya îro ya Iraqê, pêwendiya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal, proseya temamkirina pêkanîna hikûmeta nû, pêkanîna civata siyasetên stratejîk û ew pirsên ku heta niha bi bê çareserî li navbera hikûmeta Federal û herêma Kurdistanê de mane û çawayiya çareserkirina wan pirsgirêkan hatin guftûgokirin.

Balyozê Bîtanya yê li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku kurd xwedî nêrîneke ronahîtirin ji bo paşaroja Iraqê û piştgiriya welatê xwe jî ji bo proseya siyasiya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê dûpat kir.

Her wiha pêwendiya du qoliya di navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê mijareke din a hevdîtinê bû, di vî warî de her du alî li ser pêşxistina pêwendiyên di hemû waran da bi hevfikir bûn.

Serok Barzanî, behsa rola kurda ya di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê da kir û ragihand ku ew dê bi hemû îmkanên xwe xwe, ji bona temamkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, bixebite û dê ji bona ku di kar û wezîfeya xwe de serkeftî be, dê piştevaniya serokwezîrê Iraqa Federal bike.

Back to top button