Propaganda û Agahdarî/Înformasyon

Ji bo min dîroka sexte ya kurdên BAKUR mir, siyaseta sala 1970î yan 1980î  ku piştgirîya Filistînê dikir û Filîstînî piştgirîya dîktator Saddam Heseyn dikirin, ew siyaset jî mir. Divê Kurd xwe biguhêrînin.! Tu kes û tu hêz nikare pêşî li meşa dîrokê bigire. Dîroka Kurd ji nû ve diafire.  

Maruf YILMAZ( doktoremend, lêkolêner û mamoste) 

  1. Propaganda û Agahdarî/Înformasyon

1.1 Propaganda 

Di civakên paşketî de propaganda çekeka herî girîng e lê ew kujera xwe ye. Siyasetmendarên civakên wisan ji kesên ehmeq û nizm hez dikin, ji ber ku ew dikarin wan bikarbînin, wan bikirin û bifiroşin.  Zimanê agahdarîyê ne bi bandor e.  Propaganda peyamek an pêşkeşkirina ku ji bo pêşkêşkirina rojevekê ye. Armanc ne agahdarkirin e lê bandorkirin e û naverok bi gelemperî ne objektîv e. Propaganda bi nirx e û tenê alîyeka mijarê nîşan dide û alîyên din vedişere.  Agahdarîya sazîyeke Akademî bêalî û alîgirê tu siyasetê nî ne û herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî ne. Lê di derbara siyasetê de dikare agahdarîya rast bigihîjîne civakên cuda û agahdarîyê belav bike. 

1.2. Propaganda û Agahdarî/Înformasyon 

Agahdarî beşek girîng ya dîsîplînên zanistiya ragihandin û zimannasiyê ye. Înformasyon/agahdarî zanîsta ragihandinê ye. Lê propaganda dijmina zanistîyê ye. Înformatîk mijareke zanistî ye ku ew zanyariyan li ser ferd, rêkxistin û mercên civakê pêş dixe. Agahdarî ji bo ewlehiya tevahîya dûnyayê ye.  

Divê di Medyaya Kurdî de armanca naveroka wê, pêkanîna wê û agahdarîyên objektîv hebin. Gava ku em behsa propagandayê dikin, ev peyv tên bîra me: dezînformasyon, îxbar, kampanya, demagojî, ajîtasyon, manîpulasyon, çalakîyên bilindkirina hîsên hundirîn, kontrolkirina kesan, şerê psîkolojîk, sextekarî, bandorên tund û derewên mezin. Propaganda şêweyek peyameke siyasî ye ku armanca wê bandorkirin e. Agahdarî nêrînek bêalî û alîyên cûda yên tiştek nîşan dide.  

Agahdarî zanyariyê an jî peyamê bi rengekî konkrêt îfade dike… Agahdarî naveroka peyamên ku di ragihandinê de têne paşguhkirin pêk tê û her weha naverokên wê di cûrbecûr qatên zanîn û peyamê de pêk tîne.  

2.1 Medya û demokrasî 

Demokrasî çand û tevger e. Demokrasî tê wateya tolerans û rêzgirtina ji muxalefetê re. Hûn jixwe di dibistana Swêdî de bi pêkanîna tolerans û pirdengîyê di polê de fêrî tevgerên demokratîk dibin. Gotina propagandayê dema ku kesek bi awayekî çalak û sîstematîk hewl dide ku bandorê li ser ramanên kesên din bike; dibe propaganda. Nimûne: Xeyala Hîtler li ser bingehê ramana îdeolojîk ya neteweperestî û nijadî ya antîdemokratîk avakiribûbû û wî dixwest bibûya padîşahê dûnyayê. Neteweya Alman, di bin padîşahiya serokekî de bû. Siyaseteka xerab dikare kesên herî ehmeq, hov, nezan û ne bikêrhatî bilind bike, lê mirov çi be mirov ew e û bi kesên din nabe zana. Ji bo min dîroka sexte ya kurdên BAKUR mir, siyaseta sala 1970î yan 1980î  ku piştgirîya Filistînê dikir û Filîstînî piştgirîya dîktator Saddam Heseyn dikirin, ew siyaset jî mir. Divê Kurd xwe biguhêrînin.! Tu kes û tu hêz nikare pêşî li meşa dîrokê bigire. Dîroka Kurd ji nû ve diafire.  

 Hin nimûne: 

  • Foruma nîqaşê çi ye? 
  • Nirxkirina agahdariyê çi ye? 
  • Girîngiya çavkaniya nûçeyê çi ye? 
  • Hûn agahdarîya çawan dinirxînin? 
  • Hûn çi stratejîyê bikar tînin? 
  • Cûdahiya di navbera agahdarî û propagandayê de çi ne?  
  • Çi dikare bibe propaganda?  
  • Çapemeniya TV, radyo, rojname, kovar, Facebook çi  agahdariyan didin? 
  • Çavkaniyên înternetê li ser çi ne? 
  • Xwepêşandan yan kiryarên terorîstî çi sûd didin kurdan? 
  •  

3. Kurte (kurtenaverok): 

Zanîn li ba kesê/a heye.  Ew hilgirê/a zanînê ye. Agahdarî tê veguheztin û bi wergir re dibe yek. Pergala agahdarîyê, agahdariyeka nû diafirîne. Zanîna wergir – zanîna wergir ber bi pêş ve diçe dibe agahdarî.  Akademîkarekî/a agahdarî bêalî û ew alîgirê/a tu siyasetekê nî ne. Lê di derbara siyasetê de dikare agahdarîya rast binivîse û belav bike. 

 Agahdarî beşek girîng ya ji dîsîplîna zanistiya ragihandin û zimannasiyê ye. Agahdarî[maruf1] yên cûda li kuderê hene? 

 Nimûne: 

  • Zanistiya agahdarîyê 
  • Zanista agahdariya pirtûkxaneyê 
  • Zanista arşîvê 
  • Agahî / zanista kompîturê 
  • Teoriya agahdarîyê li  pirtûkxaneyên zanîngan
    ….

Stockholm

11.02.2022

Maruf YILMAZ doktoremend, lêkolêner û mamoste 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: