Propaganda Tirkan pûç derket

Wek kujtina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme, Tirkan xwest sûîkasta Donald Trump jî têxin stuyê Kurdan û bi mahneya PKK Kurdan di awira gelemparî ya cîhanê de wek terorîst nîşan bidin. Ji xwe ev siyasetek ji ya dewleta Tirk e. Dixwazin her fersendê ji bo xwe bi kar bînin da ku Kurdan di çavên cîhanê de piçûk bixin û wan terorîze bikin.
Çapemeniya Tirk di sûîkasta Donald Trump de xwestin wek her carê di kesayetîya PKK de Kurdan bilewitînin û Amerîkîyan bikin dijminên wan. Lê propagandaya wan bi ser neket û pûç derket.
Piştî ku êrîşkar eşkere bû û derket holê ku kesekî bi navê Thomas Matthew Crooks ê 20 salî ye,plana wan pûç derket.
Di kujtina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme (1986) de jî dewleta Tirk bi heman hewl û helwestê û bi israr kujtina Olof Palme di kesayetiya PKK de xist stuyê Kurdan. Palme yê ku dostê Kurdan bû û Tirk pir jê aciz û bi kîndar bûn,rola xwe ya di kujtina Palme de veşart û xwest Kurdan pê sûcdar bike.
Di sûîkasta Donald Trump de jî îhtîmalek heye ku tiliya wan tê de hebe da ku li Rojava piştgiriya Kurdan nekin. Lê çi dibe bela bibe, PKK ji Tirkan re bûye sedema sûcdarkirin û terorîzekirina temamê Kurdan.