Polîtîk

Provokasyonên li hember PDK û Herêma Kurdistanê berdewam in  

Li navçeya Kelarê otomobîla Serokê Şaxa 22 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ekrem Salih li ber deriyê mala wî teqiya.

Dema ku Salih dixwest biçe ser karê xwe, teqîn pêk hat. Yek ji pasevanên Ekrem Salih sivik birîndar bû, camên malê û deriyên malê jî zirar dîtin.

Di vê dema ku artêşa Tirk û PKK li Başûrê Kurdistanê bi xurtî şerê hev dikin û berê şer didin nav Herêma Kurdistanê, provokasyonên li dijî karmend û rêvebirên PDK jî ketin rojevê.

Bi taybet di vê dema zîz de çapemeniya PKK bi xurtî êrîşî PDK û Barzniyan dike û wan wek şirîk û sebeba êrîşên artêşa Tirk nîşan dide. Teqandina trimbêla Ekrem Salih nîşan dide ku wê êrîş û provokasyonên bi vî rengî berdewam bikin û ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê her xirabî bên kirin.

Back to top button