Hevpeyvîn

Preskonfrensa serok Barzanî li Tirkiyeyê

 

Piştî bi dawî bûna civîn û hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirkiyeyê û BDPê re, duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hotêla Şeraton ya li Îstenbulê bi çapemeniya Tirkiyeyê re civiya û bersifa pirsên rojnamewanên tirk da.

Di destpêka presskonfransê de serok Kurdistanê Mesûd Barzanî di bersifa pirsekî de di derbarê peyvendiyên  di navbera Tirkiye û Kurdistanê de diyar kir ku, peyvendiyên wan yên bi Tirkiyeyê re gelek başin û her dû alî hewl bo baştir û bihêztirkirina peyvendiyên han di her warî de didin.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, niha hin kompaniyên petrolê yên tirkî jî hewl didin daku, serdana Kurdistanê bikin û li Kurdistanê  dest bi prosesa dîtin û hêlbirîna petrolê bikin.

Di derbarê meseleya PKK de jî, serok Barzanî diyar kir ku, pêwîste ew pirs bi rêyên aştiyane û diyalogê bê çareserkirin û ” embi ti awayî piştgîriya tundûtîjî nakin.”

Di beşeke din ya vê presskonfransa han de serok Barzanî balkêşande ser helwesta Amerîkayê ya di derbarê Îraqê de û diyar kir ku, Amerîka girêdayîbûna xwe bi destûra bingehîn ya Îraqê diyar kiriye û soza vê yekê daye ku, ew nebe teref di pirsgirêkên Îraqê de.

Di derbarê helwesta Amerîkayê ya ji bo çareserkirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de jî serok Barzanî got: ”Amerîka ev yek bi eşkere diyar kiriye ku, pêwîste xelkê Îraqê bixwe û di nava Îraqê de li gorî destûra bingehîn ya Îraqê kêşeyên xwe çareser bikin.”

Di dirêjahiya vê presskonfransa han de sebaret bi pirsekî ya di derbarê meseleya rewşa navxweyî ya Îraqê de jî serok Barzanî got:

– Nuha li Îraqê hin alî hewl didin daku, dîktatoriya xwe dabimezrînin, hevpeymaniya me bi Şîyan re jî başe bi Suneyan re jî başe, em ti carî derfetê nadin ti kesekî ku, bibêje Kurd û Sune li dijî Şîiyan bûye yek, em weke Kurd bi her awayî hewl bo damezrandina Îraqeke fedral û demokratîk didin û her kes hewl bo Îraqeke bi vê rengî bide hevpeymanê meye.

– Avakirina dewletek serbixwe mafê her miletekî ye. Em dixazin çareserî di nav Iraqê de be lê dema aliyên din vê yekê qebûl nekin,  em dê vegerin bo raya gelê xwe, ji ber ku êdî rêyek din namîne.

Di derbarê meseleya Kerkûkê û helwesta Tirkiyeyê de jî serok Barzanî eşkere kir ku, kêşeya Kerkûkê pêwîste li gor madeya 140 û destûra bingehîn a îraqê bê çareser kirin û pêwîste xelkê Kerkûkê bixwe di derbarê çarenûsa xwe de biryar bidin.  Helwesta Tirkiyeyê jî di vê derbarê de eşkereye.

Di derbarê kêşeya Kurd ya li Tirkiyeyê de jî serok Barzanî got:

–  Ez nabêjim her tişt li Tirkiyeyê de başe û ti kêşeyek tuneye, li Tirkiyeyê hin pêngav hatine avêtin lê kêmin û pêwîste pêngavên din yên girîng jî bên avêtin, bêgoman di dema desthilatdariya AKPê de gelek tiştên baş hatine kirin lê hîn jî kêmin dibe tiştên baştir jî werin encamdan.

Di derbarê rewşa Sûriye û Gelê Kurd li Sûriyeyê de jî Serok Barzanî got:

–  Gelê Kurd li Sûriyeyê heta niha bênasname û bêyî maf bûye û hertim weke awareyan li Sûriyeyê de jiyankiriye lewre pêwîste di guhertinên heyî yên li Sûriyeyê de jî mafên netewî yên gelê Kurd bên pejrandin û dibe Kurd weke neteweyekî li Sûriyeyê bibe xwedan mafên xwe yên reva.

 

Back to top button