Li gorî doznameya KCKê û nûçeya rojnameya Tarafê, Ocalan, di lîsta namzetên parlementeriyê de navên ku pêşniyar kiribûn ku nedît bi hêrs bûye.
Hat îdia kirin ku, di hilbijartinên sala 2011 an de, di lîsta namzetên serbixwe a ku BDPê destek dikir de navên ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêşniyar kiribûn cih negirtin, bi hêrs bû û ser parêzeran de qîriya û xwast ku sedema vê bê lêpirsîn.
Li gorî angaşteyên doznameya KCKê, Ocalan xwastiye ku Serokê Partiya Demoqrat a Sosyalîst (SDP) Ridvan Turan, Tuncer Bakirhan û Ayhan Bilgen di nav namzetên serbixwe de cih bigrin. Di navbera hevdîtina Ocalan û Parêzerên wî a 13ê Avrêla 2011 an de ku li girava Îmraliyê pêk hatiye, ji ber lîste guherandinê Ocalan qeheriye û ji parêzeran xwastiye ku di hevdîtina hefteyekî din de sedema vê guherandinê lêpirsîn bikin û encamê jê re ragihînin.
Dîsa gorî nûçeya rojnameya Tarafê, di nav notên parêzeran de hatiye diyar kirin ku, Ocalan xwastiye Sırrı Sûreyya Onder, Ertuurul Kûrkçû û Şerafettin Elçî rista xwe baş bikarbînin û ji wan re slav kirine û bi taybet jî Ertugrul Kûrkçû re slavên taybet şandine.
Arfa/Rojevakurd
Gelek tê meraqkirin ku Elçi ji bo yê Imrali yê terma mirovê dewleta dagirker bikardianî û nistecihê Imralîyê jî, Şerefettin wek “ilkel milliyetlçi, serok cerdevan/korucu û xayin ….. ” bikardianî. Serek endamê Îmraliyê rojekê bêagahdarî Elçi wek Elçiyê xwe yê peywirgir da wezifedarkirin û him jî wek Diyarbekirî dibêjin, çaktirmadan.\n\nMirov di vî warî de bi gotinên Şerafettin Elçî bawerbike, xwarzîyê ergenekonê yê li Îmraliyê bi “domdarî” niştecî bûye, bi ergenekoncîtîya xwe serbilinde. Lê mirov bi endamê dewleta tirkoyê ku rûniştevanê Îmraliyê ye gohdar bike û pêbawerbe di derheqê Elçi de, Elçi jî bê kêmasî ji xwarzîyê dewleta tirk re peywiriya xwe bêkêmasî pêktîne.\n\nGotinekî pêşîyê me Kurdan heye; “Tu tifî jorê bikî simbêl û tifî xwarê bikî rih/rîş”. Ango, wê ev şêwaz mirov her û her hebin di jiyana civakande. Bi taybetî jî di civaka neteweyên bindestde wê şaxavêtîbin. Pirs ew e ku, mirovê çito/çawa karibe xwe ji vê genîbûna apoyî û amoyîya biparêze!!