Cîhan

Ne tu biryara hebûna Kurdistanê didî, ey Xelyûn

Tevî ku li seranserî Sûriyê xwenîşandanên îna buhurî li jêr dirûşma “Emê bi ser kevin û Esed dê birûxe” pêk hatin. Lê piraniya xwenîşandanên li herêmên kurdî dirûşmeke din ji xwe re hilbijartibû: “Ev der Kurdistan e!”

Xwenîşandanên Kurdan ên vê hefteyê bersiv bûn li dijî gotina Burhan Xelyûn. Gotina serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî di Rûdawê de ku “tiştek bi navê Kurdistana Sûriyê tune” bûbû sedema acizbûneke mezin di nav Kurdan de. Ne tenê di kolanên bajarên kurdî de, lê herweha di tevnên civakî yên internêtê de mîna facebookê Xelyûn rastî êrîşên dijwar ji aliyê Kurdan ve hat.

Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Ismaîl Hemê, Xelyûn bi nezaniya dîroka Sûriyê gunehbar kir. Hemê ji Rûdawê re got: “Hêviya me di Encûmena Sûrî de şikest. Em ne li bendî Xelyûn in ku federaliyê bide me. Em doza sîstemeke ne navendî ya siyasî dikin, ango an federalî yan jî hikûmzatî.”

Lêkolînera elmanî û pispora Kurdan Eva Savelsberg diyar kir ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî doza mafê çarenivîs ji bo gelê filestînî dike, lê ew vî mafî ji gelê kurd li Sûriyê re qebûl nake. Seroka Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî li Berlînê ji Rûdawê re got: “Opozîsyoan sûrî bixwaze yan nexwaze, divê ew çareseriyeke mîna hikûmzatî ji bo gelê kurd qebûl bike. Sîstemeke ne navendî ya siyasî nayê wateya ku divê federalî be, lê pêwîst e biryar ji binî ve bên stendin.”

 Savelsberg herweha diyar kir ku, divê opozîsyona sûrî li ser mafê çarenivîs guftûgo bike û biryarê bistîne bê kîjan herêm ên kurdî ne. Wê got: “Divê hemû xal bi hûrbînî bên guftûgo kirin. Lê di heman demê de nabe ku Ereb û hindikahiyên din li herêmên Kurdan bên çewisandin.”

Back to top button