Li Iraq û Kurdistanê demokrasî; hikûmeta 7emîn a Kurdistanê…
Li Iraq û Kurdistanê demokrasî; hikûmeta 7emîn a Kurdistanê…
Îbrahîm GUÇLU
Piştî Şerê Cihanî ya 2-emîn wek tê zanîn li dinyayê çanda demokratîk xurttir bû û li Ewrupayê pêvajoya demokratîkbûnek xurt dest pê kir. Lê dîsa jî li hemû welatên Ewrupayê demokrasî ava nebû. Li welatên Ewrupayê yên ku ketibûn bin bandora Sîstema Sosyalîst û Yekîtiya Sovyetan de demokrasî ava nebû û rejîmên otoriter ava bûn. Ev welatan piştî Şerê Sar, dema ku Sîstema Sosyalîst û Yekîtiya Sovyetan hat helweşandin, ew welatan hem xweser bûn û hem jî li wan welatan demokrasî ava bûn.
Lê li Rojhilata Navîn demokrasî pêş neket. Li Rojhilata Navîn, rejimên otorîter, faşîzan, teokratîk, monarşîk jiyanên xwe domandin. Bes li Tirkiyeyê di bin bandora Ewrupayê de û girêdayî berjewendiya siyasî di sala 1946-an de sîstema pir partîtî hat pejirandin. Lê ji wê rojê heta îro demokrasiyek têkûz wek demokrasiya Ewrupaya Rojava nehat damezirandin.
Li Tirkiyeyê li hemberî îradeya gelê tirk deh salan carek darbeyên leşkerî pêk hatin, dîktatoriyên leşkerî ava bûn. Di damezirandina Komara Tirkiyeyê de ji bona ku îradeya kurdan ji tiştekî nehat hesab kirin, kurd wek miletekî nehat qebûl kirin, gelek aşkere bû ku Tirkiye hîç wextekî nikare bibe dewletek demokratîk. Nûha jî ev pêvajoya dom dike. Loma jî Tirkiyeyê nikare bibe endama Yekîtiya Ewrupayê.
Lewra ew ji pîvan, exlaq, dezgeh û tevgera demokrasiya Yekîtiya Ewrupayê dûr e.
Li Başûrê Kurdistanê rewşek îstîsnaî….
Li Rojhilata Navîn piştî Şerê Kendavê (Korfezê) yê 1-emîn guhertinek îstîsnaî pêk hat. Beşekî Kurdistanê ji Iraqê hat veqetandin, miletên kurd li ser vê herêmê bûn serwer û desthilatdar. Dewletên Yekîtiya Emerîkayê (DYA) û hevalbendên wê jî bi Hêza Çewîk bûn parêzgerên vê herêmê.
Li Kurdistanê di sala 1992-an de pêvajoya demokrasiyê dest pê kir. Kurdan sîstema parlamenterîst ya demokratîk pejirandin; yekalî biryar dan ku Iraq bibe dewletek federal. Li Kurdistanê gor sîstama federal û demokratîk avabûnek nû dest pê kir.
Li Kurdistanê meclîs hat ava kirin, qanûna hilbijartinê bi konsensûsa herdu partiyan hat pejirandin, hilbijartin pêk hat. Encama hilbijartina giştî, berpirsiyarên miletê kurd bi rêya demokrasiyê hatin tespît kirin.
Di hilbijartina giştî ya yekemîn de du partî ketin hilbijartinê. Ev partiyan jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû. PDK di hilbijartinê ji sedî 50, YNKê ji sedî 49 deng wergirt. Her çiqas PDK zêdetir jî deng wergirtibû û dikarî bi serê xwe hikûmet ava bike jî, gor şertên Kurdistanê yê taybetî û muwaqqet, herdu partiyan bi hev re hikûmetek milî û lihevkirî ava kirin.
Lê di avakirina hikûmetê de di nav siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan de nêrînên cûda hebûn. Beşek rewşenbîr û siyasetmedar di vê reyê de bûn ku hikûmeta hevbeş ya milî gor şertên Kurdistanê pêwîst û di cîh de ye. Lê ez jî di nav de beşek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê bi vî awayî avakirina hikûmetê, demokratîk nedîtin.
Di encamê de jî hikûmeta hevbeş ya milî derket holê. Ev avayîya hikûmetê di pêşketin û avakirina Kurdistanê bû pirsgirêkek mezin. Heta ji darbeyê re derfet çêkir.
Dîsa biryar hat girtin ku hilbijartina serokatiya Kurdistanê pêk bê. Di şertên gelek demokratîk de hilbijartina serokatiya Kurdistanê pêk hat. Her çiqas dîsa serokê PDKê Mesûd Barzanî zêde deng jî girt, lê dengên wî û Celal Talabanî gelek nêzikî hevdu bûn. Loma jî di destpêkê de serokê Kurdistanê nehat hilbijartin, pişt re jî carek din ji bona serokatiya Kurdistanê hilbijartin çê nebû.
Bes bi îradeya meclîsê û piştî 2005-an Mesûd Barzanî bû serokdewlet.
Hezar mixabin li Kurdistanê li hemberî demokrasiyê darebeyek çê bû.
Xeteriya li pêş demokrasiyê; avabûna du meclîs û du hikûmetan…
Dema ku pêvajoya demokrasiyê li Kurdistanê dest pê kir, li pêş demokrasiyê xeteriya mezin, milîterbûna partiyan û hêza leşkerî ya cûda ya herdu partiyan bû.
Lewra tê zanîn ku PDK û YNKê li hemberî dewleta kolonyalîst a Iraqê bi hêzên xwe yên leşkerî û yên cihê şer meşandin. Dema ku pêvajoya demokrasiyê li Kurdistanê dest pê kir, herdu partî xwediyê hêzên leşkerî bûn. Ew hêza nebû hêza hevbeş ya milî. Wek hêzên partiyan man.
Ev jî dibû sedem ku partî mûxalefetek xwezayî ya demokrat nemeşînin, daxwazên xwe bi awayekî dizî bi hêzên çekdar didan qebûl kirin.
Di encamê ev xeteriya de, bi destê YNKê di Meclîsa Kurdistanê de li hemberî PDKê darbeya leşkerî çê bû.
PDKê jî hikûmeta merkezî ya Baxdayê re tîfaq çêkir, YNKê ji Meclîsê û Hewlerê dûr xist. Piştî vê jî, li Kurdistanê pêvajoya dumeclîsbûnê û duhikûmetbûnê dest pê kir. Ji berê de jî du leşker, an jî her partiyek leşkerek wan hebû. Ew jî bû sedem ku Kurdistan bibe du herêm.
Baş bû ku biyaniyan meclîs û hikûmeta li Hewlerê her dem rewa dîtin û bi Hewlerê re hevûdîtinên xwe meşandin.
Ew rewşa bû sedem ku li Kurdistanê pêvajoyek nû dest pê bike; demokrasiya Kurdistanê bi tevayî nikaribe pêş bikeve, hilbijartinên giştî çê nebin.
Guhertina pêvajoyê û li Kurdistanê pêvajoya xwezayî ya demokrasiyê…
Vê pêvajoyê heta beriya Şerê 2-emîn yê Korfezê domand. Tê zanîn ku beriya salên 2000-an DYA û mutefîqên wê biryar dan ku rejîma seddamî/baasî hilweşînin. ji bona vê hewildanan dest pê kir. Li Lîzbonê konferansa mûxalefeta Iraqê pêk anîn.
Wê demê rewşa Kurdistanê ji bona vê gelek girîng bû. Loma jî DYA-yê ji bona ku di navbeyna PDKê û YNKê de aşitî çê bibe, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî vexwendin welatê xwe. Li wir di navbeyna herdu terafan de aşitî pêk hat.
Beriya ku DYA û hevalbendên DYAyê di sala 2003-an de mûdaxeleyî Iraqê bikin, di navbeyna PDK û YNKê de tîfaq pêk hatibû û pêş de jî diçû. Loma jî herdu terefan bi xurtî ji mûdaxeleyê re piştgirî kirin.
Dema ku di sala 2003-an de rejîma baaasî/seddamî hat rûxandin, li Iraqê pêvajoyek nû dest pê kir. Dewleta Iraqê wek berê nedikarî bimîne. Loma jî federalbûna Iraqê ket rojevê. Di encama minaqeşeyên dûrdirêj de di navbeyna gelên Iraqê û hêzên siyasî yên temsîlkar de dewleta federal, demokratîk, parlamenterîst, pirpartîtî hat pejirandin.
Demokrasiya Kurdistanê, li Iraqê di pejirandina sîstem û rejîma demokratîk de, gelek alîkarî kir. Li Iraqê makezagonek nû ya demokratîk û ya sîstema federal hat amade kirin. Di sala 2005-an de ji bona makezagona nû referandûm hat li darxistin. Gelên Iraqê, dewleta federal û sîstema demokratîk pejirandin.
Piştî referandûmê: Li Kurdistanê pêşketina demokrasiyê û di hikûmeta federal de otorîterîzebûn …
Li tevayî Iraqê û bi taybetî jî li herêma federe ya Kurdistanê hilbijartin hatin li darxistin. Li Kurdistanê hem ji bona meclîsa federal û hem jî ji bona meclîsa Kurdistanê wekîlên milet hatin hilbijartin.
Li Iraqê piştî demekê Serokkomar hat hilbijartin, Celal Talabanî bû serokkomar. Di heman qet de hikûmeta federal û demokratîk ya hevbeş ava bû.
Li Kurdistanê jî hem pêvajoya entegral dest pê kir, meclîs bû yek û hem jî hikûmeta hevbeş ya Kurdistanê bi destê PDK û YNKê ava bû. Lê cûda bûna hêzên leşkerîı domand.
Lê piştî pêvajoya entegral di demokratîzebûna Kurdistanê de pêşketin çê bû. Gelek partî ava bûn. Ev partiyan partiyên îslamî, lîberal, komunîst bûn. Bi taybetî jî di nav YNKê de cûdabûnek çêbû. Tevgera Goran ava bû.
Piştî referandûmê di hilbijartina duyemîn de Goranê ji sedî 25 deng wergirt, di parlamentoya Kurdistanê de bi 25 mebûsan, di parlamentoya federal de bi 9 parlamenteran temsîl bû.
Ev qewimandinên nû û pêşketişna partiyên siyasî jî, nîşana pêşketina demokrasiya Kurdistanê bû. Bi taybetî her kesî dipa ku piştî veqetandina di YNKê de şerê hûndir pêk bê. Gelek bi kêfxweşî dikarin bibêjim ku her çiqas di navbeyna Goran û YNKê de bûyerên biçûk qewimîn jî ev şera fireh nebû. PDKê jî, di vê parçebûna YNKê de helwestek gelek demokratîk û bi mesûliyet nîşan da. Van qewimandinan jî derxist holê ku li Kurdistanê çanda demokrasiyê pêş dikeve.
Hezar mixabin di hikûmeta federal de demokrasî pêş nekave û otorîterîzbûn pêş dikeve. Loma jî di navbeyna desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Federal de nekokiyek mezin heye. Serokwezîr Malîkî hemû hêzan dixwaze di kesayetiya xwe de bigihîjine hev. Ew serokwezîr e, wezîrê bergirî ye, serokerkan e, serokê banqa navendiyê, berpirsiyarê petrolê ye. Di heman qat de Malîkî dixwaze li ser sunî û kurdan bandor dayne, hukumdariya leşkerî xurt bike. Sîstema federal ji holê rake.
Avabûna hikûmeta 7-emîn û demokrasî…
Hikûmet piştî ku ji YNKê Berham Selah derbasi PDKê bû. PDKê biryar da ku Neçîrvan Barzanî bibe serokwezîr.
Neçîrvan Barzanî piştî ku wek swerokwezîr ji aliyê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat destnîşankirin, Wî jî biryar da ku ji hemû partiyan wezîran tespît bike. Loma jî demek dirêj bi hemû partiyên Kurdistanê re danûstandin kir.
Di encama danûstandinan de diyar bû ku kîjan partî dê di hikûmetê de cî nagrin. Goranê û du partiyên Îslamî biryar dan ku di hikûmetê de cî negrin, di meclîsê de bibin mûxalefet.
Loma jî Neçîrvan Barzanî, bi piranî ji PDKê û YNKê wezîr tespît kirin, lê ji derveyî herdu partiyan jî wezîrek ji Suryaniyan-Keldaniyan, wezîrek ji Turkmenan, wezîrek ji êzîdiyan, wezîrek jî ji îslamiyan wergirt.
Beriya vê çend rojan jî, di parlamentoyê de ji hikûmetê re bawerî hat nîşan dan û hikûmet erê hat gotin.
Gelek aşkere tiştek heye ku hikûmeta Kurdistanê bi rê û rêbazek gelek demokratîk ava bû. Divê em hem hikûmetê pîroz bikin û hem jî ji hikûmetê re alîkar bin.
Li cem van divê em ji hikûmetê daxwaz bikin, ku ji bona bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li Iraqa federal demokrasiya plûral û federal pêş bikeve, dezgehî bibe hewil bide. Beşdarbûna civakê di desthilatdariya siyasî de xurt bike. Ji bona ku dezgehên sivîl û demokratîk ava bibin¸ xurt bibin, pêş bikevin bibe alîkar.
Divê hikûmet tu wext nefikire, ku rêxistinên sivîl û demokratîk ji ozerkbûn û otonombûna xwe dev berdin.
Başurê Kurdistanê ji kurdan re pûsûlaya milî û demokrasiyê ye; ji hemû herêmê re jî pûsûlaya demokrasiyê ye…
Ceribandina tevgera milî û rizgarîxwaz ya Kurdistanê diyar dike ku Başurê Kurdistanê her dem û di vê merheleyê de jî, ji hemû kurdên dinyayê û hemû parçayên Kurdistanê re pêşengî dike û wezîfeya pûsûlayê dibîne.
Nûha jî hem ji hemû kurdan re û hem jî ji hemû herêmê re wezîfeya pûsûlaya demokrasiyê pêk tîne.
Divê Bakûrê Kurdistanê di pirsa demokrasiyê de jî Başûrê Kurdistanê bişopîne. Lewra li Bakûrê Kurdistanê menatalîteyek otorîter, yek partiyek, yek îdeolojiyek, yek serokekî heye.
Divê li Bakûrê Kurdistanê pêşiya vê xeteriyê bê girtin. Ew jî bi demokratîzebûn û plûralîzebûna tevgera milî pêk tê.
Amed, 16. 04. 2012