Amberin Zaman: Divê qîmeta Barzanî bizanin
Rojnamevan Amberin Zaman di nivîseke xwe de ku malpera Hber Turk de hateye weşandin, behsa nameyeke xwe dike ku, di sala 1999ê serokê Kurdistanê Mesûd barzanî jê re şandiye û dinivîse:
– Çend roj beriya nuha, ji nişka ve di nav kitêbeke xwe de min nameyek dît ku, Mesûd Barzanî serokê kurdên Îraqê di 28-11-1999ê de bon hinart bû. Di wê nameyê de, li ser wê piştgirîya min li kurdan kirî, Barzanî spasiya min kiriye
Amberin Zaman di nivîsa xwe de dinivîse ku, di wê serdemê de eger rojnamvanekî rewşa kurdên Îraqê bi cîhanê bidaye naskirin, gelek giring bû. Lê îro rewş hatiye guhertin û Barzanî wek serokê herêma Kurdistana Îraqê li Qesra Spê tê pêşwazî kirin û serdana Tirkiyeyê jî dike:
– Çend sal beriya nuha ji Barzanî re digot (cerdevanê çiya) û bi tenê li ser pirsa PKKê danûstandin bi Barzanî re dikirin. Lê îro eger em bêjin kurdên Îraqê giringitirîn hevpeymanên Tirkiyeyê ne, bi dîtin amin ne direwe e. Divê qîmeta Barzanî bizanin, ji ber ku gelek ciwan û aqilane kartên xwe bikaranîn.
– Nuha Barzanî li Sûriyeyê jî siyaseteke hevseng peyrew dike û li Sûriyeyê jî tesîra xwe nîşan dide. Barzanî hizira tiştên mezin dike û yariyên mezin jî dike.
Navborî di berdewamiya nivîsa xwe de dinivîse ku Barzanî di pirsa PKK, PJAK û Îranê de rokele karîger list û nuha di navbera Amerîka, Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hemû topan li hewa digire û ber bi serxwebûnê pêngavan adiavêje.