Civak

Polis dixwaze tevger Ala Kurdistanê bine xwar

Li Diyarbekirê polis çû Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê û ji ciwanan daxwaz kirin ku Ala Kurdistanê ji komeleyê vekin û bînin xwar.

Lê berpirsên komeleyê ev yek nepejirandin û gotin: Em Ala Kurdistanê naynin xwar, Ev Ala meye û li her derî bi ala xwe tevlî çalakiyan dibin. Wek tê zanin doh Oda Tv de di derbarê Ala Kurdistanê û Komeleya tevgera Ciwanên Kurdistanê nûçeyek belav kirîbû. Di nûçeyê de hatibû ragihandine ku Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Alaya Bakurê Iraqê rakiriye. 

Lê ciwanan dan xuyakiri ku ev ne ala Başûrê Kurdistanê tenêye Ala netewê Kurd e.

Back to top button