Nivîsar

Nameyek vekirî ji Emerîkê Serdar re

 

Rzganê CANGO

Van roja li Yêrêvanê ronayî dît pirtûka Emerîkê Serdar bi sernivîsara ” MUKURÎ,,. Pirtûkêda

Emerîkê şer û şiltaxa hindava rewşenbîr, nivîskar û hevalên xweye xebatêda nivîsîye-tevî kîjana 20-30 sala xebitîye û malê wanda nan- xwê xarye. 

– Belê Emo, em zûva ,,heyra vê şêdêvira,, te bûn. Û min bi ,,bînekê,, xwend. Êmrê mezinîi, dibek

hinek qewmandin ji bîra te çûne, yan jî derheqa hinek qewmandina bona kara xwe dinivîsî. Lê

ezê bicedînim ewên bîrkirî bîra texim, ewên feşkirî jî rast bikim, wekî, eger Xwedê ruhê te

nestîne-cilda ,,Mukur,,-ya xweye 2-da binivîsî.

Tu dibêjî Girîşa gizîrê ,,Rya Teze,, bû. Ewî camêrî jî, te jî ,,Rya Tezeda,, kar dikir-dêmek tu jî

gizîr bûyî?

Lê tu çima nanivîsî Girîşa çiqas qencî tera dikir. Nayê bîra te wexta ewî bi makîna xwe tu dibirî

malê, tu dibirî dikana- te alvêra xwe dikir, tu bi seda kîlomêtra dibirî havîngeha Saxkazorê keça

xweye Nûrê bivînî, hela serda jî rêda tu nan û av dikirî. Nanê te ser çokeye? Tu ku rûdinêî dibêjî Grîşa Xulamê te bûye, Mirazê Cemal xulamê PKK bûye (tsrîç). Tu jî axa bûyî, erê? Xwedê qebûl neke. Tu ha dişêkirînî? Tu nivîsa xweda dibêjî, wekî

Girîşa mekteba Yêrêvanêye şevbihêrîyêda hîn bûye. Lê tu rastîyê çima nabêjî? Ez bînim bîra te .

Girîşa Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê, fakûltêta Rohilatzanîyê para tirkî xilaz kiribû. Girîşa 4 ziman zanibû. Lê te

çend ziman zanibû, xênji ûrisîke nêremûkî. Gelo olka bavê teda yekî mîna Grîşa hebû? Ew yekî comerd bû, nandar bû, lê emrê xweda te qawek daye yekî? Bira ew qencîyên Girîşa berê çevê te bigire. Ê, te qencîa kê şêkirand, heta qencîa merivatîa xwe jî te pêpes kir.

Merivatîya te jî tenê bi serê jina hatibû avakirinê -tevî desta mala Biroyana, Mihoyana û Sehîdê Îbo.

Lê wan camêra jî nedixwastin rûçkê te bidîtana. Çimkî tu merîkî nepak û bêşêkir bûyî. Tu bi

nanê wana û qencîya wan bûyî mal-hal. Ez bînim bîra te?:- Şawoyê Lêşo çendik çend sala mala

xwe bê heq da te û çû welatê dereke, bi saya serê Têmûrê Lêşo te kivartîre stend (bixûne bîranînê

Têmûr Broyan-ya bi zimanê ûrisî) . Gelo te şêkirand? Na xêr. Tu awqas bê merîfet bûyî, wekî wexta kulfeta

Têmûrê Lêşo çû rema Xwedê, te xwera nedît biçûyayî ser şînê, an jî pê têlê serxweşîk neda wî

camêrî. Gelo te nanê ber destê wê ne xaribû? Ê te şîrê dayka xwe neşêkirand, tu ne çûyî ser şîna wê ,-ji mala te heta Sengere 60 kîlomêtire-ewê tu bi telî tengasî mezin kir û hetanî niha tu carekê ne çûyî ser mezelê wê, qe cîê mezelê daîka xwe jî nizanî. Roja mezelan gundîên te xêra xwe nan datînin ber mezelê dîa te jî. Te şîrê sipî neşêkirand, îdî tê qencîa kê bişêkirînî?

Gelo te qencîya Xelîl Mûradov şêkirand? Na xêr. Ne ewî camêrî tu ji gund anî Yêrêvanê û tu

radîyoya kurdîda hilda ser xebatê. Tu bi saya wî li Yêrêvanê hatî qeydkirinê, bi saya wî te

kvartîrake yekotaxê sitend. Bes nîbû te neşêkirand, hela serda jî pey kurê wî-Têmûr Xelîl ketî. Te

her tişt dikir, ku Têmûr rêdaksîya ”Rya teze,,-da hilnedin ser xebatê, lê Mîroyê Esed gura te nekir

û Têmûr salêd dirêj rojnemêda bi merîfetî kar kir.

Tu bi şewat derheqa çend qurûşêd Tîtalê Reşîd û zarokên Tilikda dinivîsî, lê zarê te nagere

derheqa qencîa Barîs û Mêlsîkda bi hûr gilî binivîsî? Ne eger ew nîbûna rojnemeê bihata dadanê û

tu jî ne dibûyî rêdaktor.

Tu dibêjî du bira Barîs û Mêlsîk alî rojnema ”Rya teze,, kirin. Lê tu çima bextê xwe dişewitînî û

bi temamî rast nabêjî. Barîs û Mêlsîk kî bûn, çi eslî bûn? Tu baş zanî Barîs û Mêlsîk birazîyên

min bûn. Dema Sovyêt hedimî îdî pere nedan, ”Rya Teze,, ronahî nedidît. Markosîyan Vrêj em ji

avayî derdixistin. Ez çûme Ûrisêtê min ji herdu birazîyê xwe perê nexd anîn û kolêktîva me

şêwra xwe danî û bêy hukumetê tu kivş kir rêdaktorê rojnema ”Rya teze,,. Dêmek te sal û

nîvekê bi keda mala bavê min serê xwe û neferê xwe xweyî kir û te dîsa neşêkirand.

Hema wê hênê min û Girîşa tu kivş kirin rêdaktorê ”Rya teze,, û me jî tu derxistî, çimkî ji sala

1998-a hetanî 2006-a çawa tu dibêjî,- ”çevada belengaz bibûyî,,. Nava wan salada te tu xebat

nikaribû bikira, te ne dikaribû bixwenda, ne jî binivîsîa, lê te me gişka zêdetir miaş distend. Rojneme min û Girîşa hazir dikir, her tenê

qolê te binda diçû- çawa rêdaktorê rojnemêyî sereke. Lema tu her dera dibêjî , wekî em xulamê tebûne. Te bi rezadilî erza xwe neda, me anegorî qanûnnemê tu ji kar derxistî! Destê te bûya tu nediçûyî. Te dgot ”Ez ewledê ”Rya teze,,-me, ”Rya

teze,, jî ewleda mine,,. Tê bîra te, ku te digot: ,, pere tune, ezê rojnemê dadim, herim,,-dibek ew

milkê bavê te bû? Tu çira usa dinalî, wekî me tu ji xebatê derxistye, te usa kîna me girtîe û rehet nabî, gilîê bêmerîft derheqa meda dinivîsî-,,mer, nemerd, gizîr, kundê dêra…,, gelo usa dilê te rehet dibe? Te dixwest bibûay rêdaktorê heta-hetayê? Wexta me tu ji xebatê derxistî-tu 72 salî bûyî û çevê te qet ne didîtin.

Edetê dinyae usane, dinya milkê bavê kêye, silsiletek tê-yek diçe. Mîroê Esed, Elîê Evdilrehman, Tîtal Mûradov ne çûne pênsîaê?, te Egîtê Xudu ne şande pênsîaê?-îja kê kîn ajot mîna te, tu heta niha dinalî û dikelî. Ew nîşana wê yekêye, wekî tu pir nexaşî û ruhê xweva gelekî biçûkî.

Tu bîranînên xweda dinivîsî, ku Rzgan xênjî anotasîayên biçûk tiştek nedinivîsî. Ser bextê

tedabe? Ne hêna Mîroyê Esedda em borcdarbûn mehê miqaleke mezin binivîsin. Miqalên

derheqa sportê, kûltûrayê, dîroka Kurdistanêye qurnêd kevn, Îranê- te dinivîsîn?

Ez 20 salî tevî te xebitîm min miqaleke te nedît. Te tenê plênûm û civatê partîayê tercime dikir yan jî serhatîen xweye bêkêr çap dikir. Tu awqas birçî, nedîtî û ac bûyî wexta

hukumetê pê lîmîtê kitêb, mêbêl, makîne didane rêdaksîyayê, te xwe berra dikir û xwera dibir.

Te 2 kvartîre ji ,,Rya Teze,, bir, yek jî te peşkeşî zavê xwe kir, lê Pirîskê Mihoyî bê mal ma. Hela te dixwest bi destî min xiravî Letîfê Emerra bikira û kivartîra wî bida Prîsk-xwedê giravî xêrxazê Prîskî. Ew bêîsafîa te û Mîroê Esed dikir qe Xwedê jî xweş ne dihat. Eger ne Grîşayê Memê bûya, Babayê Keleş jî tam

ne dsitend.

Tu dibêjî: ”Min mehr paşla xweda xweyî dikir,, Bêîsaf, axir tu ewqasî bi jehrî, wekî mehr jî ji ber

jehra te teyax nake. Nigekî te goredane, lê hê jehra xwe direjî. 

Tu dibejî te du aylix dida mn, merimo ka pere hebûn, wekî te du aylix bida min. Tu dbiejî-,,wey

li wê berevkirina ser kompyûtêrê,,-ser bextê tedabe? lê kê heft sala temamiya rojnemê ser kompyûtêrê berev dikir,

miqale dinivîsî, tercime dikir, ji malpera qinyat derdxist? Te pê wan çevan dikir?, kê kitêba

te ser kompyûtêrê berev kir û rêdaktorî lê kir. Te ez xapandim û miaşe min jî neda, hela serda te

Nûra xwe jî kire rêdaktora wê kitebê.

Tu dibejî ,,Rzgan makêt çê nedikir,, lê te dikir, axir çavê te ne didît te çawa çê dikir? Te qest ne

dihîşt ez bikim, û bi alîkariya Grîş te dikir, wekî giva karekî dikî. Lê paşî te maket kê çe dikir?

Îja çêkirina makêtê çi bû. Te tirê hêna teye, wekî qelemê hildî, xebera hesavkî û cixîzkî.

Tu ,,Mukurî,,-ya xweda dibejî, wekî te û Nûra xweva para xwe ji ,,Rya teze,, birîye, lê na xêr, tu

tevî Nûra xwe êvarê dereng dizîkava ketine hundur û we ne ku tenê kompyûtêr, we usa jî komplêktên rojnemêye 40 sala, ew dîktofona, ku apoçîa pêşkêşî rêdaksîaê kiribû,

çend dolarên li sêyfê bir. Ew kompyûtêr û dem – dezge jî fonda Sorês dabû me. Lê paşî şikyatê Girîşa, dema polîs hatine mala te -te çima tenê komplêkta rojnemê paşda şand?

Te çima ”Mukurî,,-ya xweda ne nivîsîye, wekî Kinyazê Hemîd kete ortê, te bi nivîsar dest ji para

xwe kişand, Girîşa jî camêrtî kir û şikîyatê xwe paşda hilda. Ew nivîsara te niha arşîva ”Rya

Teze,,-dane. Para te jî dîwarekî ”Rya teze,, bû. Te û Nûra xweva gerekê ew dîwar bibira, lê ne ku

kompyûtêr, ku ”Rya Teze,, pê dihate çapkirin. Tu dibêjî ez û Girîşa ,,nemerd,, bûn. Em nemerd

bûn, wekî em dixebitîn, lê rojneme bi navê te derdiket. Em nemerd bûn, wekî xelq dihatin

mêvanîya ”Rya teze,, min û Girîş kîsî xwe qawe û nan dida ber te û mêvana. Lê tu awqasî birçî û

tima bûyî, wekî wexta mêvanên, ku tevî xwe qawe û şîrnayî tanîn, te dikire torbê xwe- dibire

mala xwe.

Tu dibêjî wexta te ez xwera birime Kurdistanê çi hatiye serê te. Çi hatiye serê te? Ev hate serê te:

wexta carekê em hotêla Kermanşahêda diman-destava wê ya Azyayî bû, ya nimz. Şevekê dengê

nêze-nêza te ber guhê min ket, ez beziyam, min çi dît, tu wê destavêda ser piştê ketî û nikarî rabî

ser xwe. Min bi zorekê cendekê te kişand û avîte ser cîyê te. Ez nîbûma tuyê destava

Kêrmanşahêda genî bûyayî.

Lê wexta destê te diricifîn û te qatix û zuhum ser xweda dirêt û tuê ber xelqê bibûayî sosret, eger

min negota te ,,here kostyûmê xwe temîzke,,. Hela serda ezim nemerd?

Wexta rêwîtîya meye Kurdistanê, em Îranêra çûn, him li aêroporta Têhranê, him jî ya

Kêrmanşahê em xapandin, kes nehate pêşîya me, em jî bi tomerî 10 roja li Îranê man, tu jî çevada belengaz bûyî û ziman nizanibû, teyê bêyî min çi bikira? Erê Emo, ez nemerdim, rojên buhurî bîra te çûne.

Li Kurdistanê jî te ne zaravê behdînanî fem dikir, ne jî soranî, min tera tercime dikir, wekî min soranî

fem jî nedikir, min farizî wanra xeber dida û tera tercime dikir. Lo te ûrisî jî fem ne dikir. Carna serokê fakûltêtajûrnalîstîkayê ya zankoa Sulêmanîyê, ku Moskvayê hîn bûbû ji zaravê soranî mera tercimeyî ûrisî dikir, carekê jî tê bîra min, ewî nava xeberdana xweda xebera ”Mas-Mêdîya,, bi kar anî- te fem nekir û ew camêra ecêvmayî ma…

Tu dibêjî-”Her tenê ew (Rizgan) nehat tevî hobêlyana 70 salîya min û bimbarekkirina pirtûka

mine bi zimanê rûsî nebû,,.- Axir te çi nivîsîbû, ku Nûra te jî welgerandibû zimanê ûrisî? We zimanê ûrisî jî herimand, axir wan gemarê te kê kurmancî dixûne, ku ûrisî jî bixûne. A bi wan tercimê bêtem jî te

Nûra xwe kire endama Yekîtîya Nivîskarê Ermenîstanê. Xwelî serê wî miletî be, ku nivîskarê wî

Emerîkê Serdar û Nûrê bin. Xwelî serê wê yekîtîyê be endamê kîjanê tu û Nûra te bin. Nûrê jî di

emirê xwe da xetek bi kurmancî ne nivîsîye.

Hey dewranê- A. Îsahakyan, Çarêns, Tûmanîyan, Şîraz, Erebê Şemo û Fêrîkê Ûsiv jî endamê wê yekîtîê bûn-hûn jî. A, de vira dibêjin: ,,Dewsa şêra mane kundê dêra,,.

Tu dinivîsî wexta te derheqa mirina Mîroyê Esed da bihîst, tu gelekî qolayî bûyî û neçûyî ser

şînê. Lê bîra te çûye te digot ”Ez ha-hayî wî cîî bikim ser kîderê Hêxûş (jina Mîro) rûdinê. Gilî

derheqa makîna ”Rya teze,, -dane. Tu bona Tîtalê Efo û makîna ”Rya teze,-da bîr tînî, lê ser

bextê teda be, hêna Mîroyê Esed da usa nîbû?

Tu bona Mîroyê Esed usa dinalî, lê çima nanivîsî, ku Mîro rûyê teda ji xebatê derxistin? Te

plagîyatî kiribû, Çerkezê Reş jî pê hesîya û tu girtî. Te bona wê yekê gorra bavê Çerkez û birê wîyî

tezemirî got û hûn hevdu bûne dijmin. Te miqale ser Wezîrê Eşo nivîsî û ew nava cimetêda rûreş

kir. Te nivîsîbû yan bona çi Wezîrê Eşo li Lênîngradê ji aspîrantûrayê raqetandibûn. A, hema bo

wê yekê jî ew herd bûne dijminê te û ser te û ”Rya teze,, şikîyat kirin. Kommerkezîyê jî komîsîya

şand, ku şuxulê ”Rya Teze,, binihêrin (Karlênê Çaçanî jî serokê komîsîyayê bû). Hema rûyê teda

jî Mîro ji xebatê derxistin. Leka te hat wî camêrî ket. Tu derewa dikî, ew neme û şikyatên, ku

diçûne kommerkezîê tu cara ne davîtine nava zibil.

Tu dibêjî Kommerkezîyê Tîtalê Efora gotibû-,, nebî-nebî Emo ji xebatê derdixî.,,- Belkî rastbe jî,- ser bextê tedabe. Ê Nûra te KGB-a Ermenîstanêda dixebitî, wê çawa destê xwe bidana te.

Tu dibêjî Karlênê Çaçanî 200 dolarê Kereme Xinamîye Şamil kire berîya xwe, Lê çira ya xwe

nabêjî- wexta te ji 5000 dolarê, ku Nêçîrvan Barzanî mera şandibû, 2000 kire berîka xwe-

xwedê giravî bona qenckirina çeve xwe. Te kaxezeke vir-derew jî bi destî zevê te çêkirî nîşanî

me kir…

Tu mêrê mezinî, çira derewa dikî, lingê te ne şikestibû, tu bi meha nedihatî ser xebatê, çimkî çevê te ne didîtin, carekê hindik mabû tu têketayî bin avtobûsê, lema jî neferê te ne dihîştin tu ji malê derkevî. Min û Grîşa jî anegorî qanûnnema ,,Rya teze,, tu ji kar derxistî, lê ne ku te bi rezadilî erza xwe da û çûyî, a te lema mixenetîya xwe kir, hebûna ,,Rya teze,, dizîkava bar kir bire mala xwe. A logîka eve.

Bîra te rinde, lê te çire ,,Mukur,,-ya,, xweda ,,bîr kirye,, vê yekê jî binivîsî. Ezê bînime bîra te.

Wexta em ji Kurdistanê vegeryan min derheqa rêwîtîya meda 2 rûyê rojnemê hazir kir û hejmar

îdî hazir bû, te Miraz şande cem min, wekî ez qolê te jî danime bin wê miqala rêwîtîê, ez qaîl

nebûm, te jî ne hîşt ew hejmar çapbe. Paşê tu Mirazê Cemal dizî miva tên ew

miqala min ji kompyûtêra min derdixin û divî malê, te hejmara mayînda bi hinek guhastinava ew

miqala min ser navê xwe çap kir, hela tê bîra te?- te dîsa pêşdanîn kir, wekî ez jî qolê xwe danim, lê dîsa ez qaîl nebûm, raste Emo?

Tu dibêjî wexta tu ji Kurdistanê vegeryayî Rzgan û Grîşa tera xever nedan û qe ne gotin:- ,,tu silametî hatî,, -ê hûn bi partîzanî û dizî meva çûbûn, me tilîya xwe bîn dikir hûn kuda çûne? Dêmek tu

hê bi wê kulê dimirî?

Tu ,,Mukur,,-ya,, xweda dibêjî, wekî naxazî derheqa xeysetê Fêrîkê Ûsiv da bêjî – ê tê çi bêjî ?-

Ew merîkî qenc û rem bû, pey merîya xeber ne dida, eyba mêriv ber merîya digot, mîna te buxdanbêj û şerletan nîbû.

Tu ,,Mukur,,-ya,, xweda derheqa gera xwe (li Kurdistanê) û Karlênê Çaçanîda dinivîsî, lê çira

nanivîsî çawa berî we dan-hûn ji Hotêlê derxistin,-cîyê we germ, zikê we jî bi kîsî xelqê têr, we

dixast bi meha li wir bimana? Şedê vê yekê jî Çerkezê Reş bûye û te xwexa jî mera gilî kirîye, gelo tê bîra te?

Bendê ku merîfeta wî hebe pey mirîyara xeber nade. Emînê Evdal, Fêrîkê Ûsiv, Sihîdê Îbo, Şekroê Xudo,

Bayloz Rizgoêv, Karlênê Çaçanî, Çerkezê Reş, Tîtalê Efo, Grîşaê Memê çûne dinya heq- tu mayî dinya neheq. Her merîk jî şaşîê wî hene, dibek tu sofîî ? Hê saxtîa wanda te dijende wana û gilîê necaîz pey wana digot, lê gelo te çira saxtîya wanda ne dinivîsî?

Niha jî çend wesîyetê min tera:- mala xweda bisitire û buxdana nevêje mirî û zêndîya, wexta dikevî ber mirine jî gunê xwe têke stuyê 

Nûra xwe, wekî te neke axê -ax û mirîyên li rex te jî wê jerdadayî bin. Tu merîkî bê îman-axiretî, axirîya te bira Nûra teye endama yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê qirar bike.

Te emirê xweda xêr nedaye tu şêxekî û birê teyî axiretê jî tune, wekî te ser ,, pira seratêra,, derbaske, çawa dibêjin-,, ne Îsaê te bibe xayî, ne Mûsa,,. Gunê te zefin…

Bi gilîkî, de îdî hinga min nexe -denga min dernexe, bese, yan na ezê şeva rêstoranê tevî Hînêr

Salêm û baylozê Fransîyayê jî bikme bîra te…

De îdî bîr nekî, evên jorgotî jî cilda ,,Mukurî,, -ya xweye 2-da cap bike. 

Lê ev hemûên jorgotî û gelek tiştên mayîn jî ezê ,,Mukur,,-ya xweda binivîsim,- hîvîêbe…

Niha Nûra te bira van şiêrê şayrê mezin- Fêrîkê ÛSİV tera bixûne çawa ,,dêsêrt,,

EMORA

Ewî şorbe têr nedixar,

Xewna xweda savar didît,

Bona şorbê bike savar,

Gelek zor û cefa wî dît:

Xwend bi xerêq, telî-tengî

Dêl rûçikand- qul û pira,

Hulikarî, bêfersengî

Ji xwera kir bav û bira.

Lê ku gihîşt rutbê bilind,

Savar têr xar, kate, kivav,

Zivirî ser extîyarê gund:

”Qamê, qamê, ca fire av…,,

***

HEVSÛDARA

Badê, bêbextêd kirêt, kîn û kên,

Hûn navê qenca xar û xaz dikin.

Qeretûyê teyra berada dişkên,

Lê li ezmana ew perwaz dikin.

Hûn kundê korin, merûm û bêçar,

Çivtîna we ya çivîka torxe,

Dewsa wa dikin ernûsîya bêkar,

Xwe rastîyê bigirin, wekî we jorxe…

P.S -Ya dawîê – Xirabîya here mezin, ku Emerîkê Serdar ji miletê xwe ra kirîye ewe, ku ewî di nav 40 salên xebata xwe ya li rêdaksya rojnama Rya teze da bi destî wergerên xwe zimanê kurdî lewitand û xwendevanên me ji zimanê dayîkê gelekî dûr xist.

Bona xwendevanên me di vê yekê da bêne bawerkirinê, ezê gotinên xwe zelal bikim: li rêdaksyonê du wergervan hebûn, ku bona karê xwe ji dewletê maeş distendin. Lê eger xebatkarekî din ew kar bikira, wî xên ji maeşê xwe honorar, ango perekî zêde distend. Û Emerîkê Serdar ne dihîşt ew wergervan karê xwe bikin, wî bi xwe ew kar dikir, bona çend qirûşan zêde bistîne. Înformasyon û gotarên, ku bi resmî ji me ra dihatin û bi zimanên ermenî û rûsî bûn, ji me ra dihate gotin, ku formata rojnama me biçûk e, em dikarin wana yan nedin, yan jî kurt bikin, paşê wergerînin. Lê Emerîk bona pera ew hemû werdigerandin û gelek caran ew werger her 4 rûpelên rojnamê digirtin, mecala me tunebû em miqalên derheqa çand û edebîyeta xwe da di rojnameyê da çap bikin. Emerîk ewqas ketibû bin hukumê wan wergeran, ku wergerên wî xudêgiravî kurmancî bûn, lê fikirên wan bi rûsî û ermenî bûn û xwendevan tu tiştek ji wan fem ne dikirin. Kurmancîya wî jî bona wê yekê gelekî qels bû, ku ne koma wî hebû, ne hevalên wî, ne merivên wî. Ew ne diçû şaya û şîna. Ewî dikaribû kurmancîya xwe baştir bikira, eger wan kovar û rojnameyên kurdî bixwenda, ku ji Awropayê û Kurdistanê ji rêdaksyona me ra dişandin. Lê wî û serokê wî – Mîroyê Esed bêy ku wan kovar û rojnameyan ji zerfan derxin, berevî ser hev dikirin û dişewitandin. Heta serekê beşa kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê Şekroyê Xudo çend caran ji wan ra digot, eger ew kovar û rojname ji we ra ne lazim in, bidine me, lê ne didan.

Nhia du meselan em ji ,, Mukurya ,, wî bînin: ew dinivîse (rûê 117-a) ,, …Me têra dît rêstorana ,,Armênîa,,-êda bankêtê bidin…,,. (eva hukumê ûrisîye ) Cimet dibêje bona hormeta filankesê mesrefê bikin , yan jî ser filankese kêfê daynin, yan nan bidin.

Meseleke dinê : Ew dinivîse (dîsa ser wî rûî),,…- Na, Mîro Esedîç, hizdikî ez bilêta xweye partîaê daynim ser text, ezê çawa lazime te verêkim,,.- Tiştekî datînine ser texte, lê ne ku ser text. Xebera Text ,,text û tac,,- ra bi kar tê anînê.

Alîê maînda jî, bi gotina Emo xandevanê fem bike, ku ewî bi kîsî xwe ew ,,bankêt da,,-na xêr, kolêktîva ,,Rîa Teze,, nava xweda pere berev kir û ew camêra verê kir. 

Eva jî piştî dêsêrtê:

Emerîkê Serdar! ew îsafa te çawa bû, ku tu û hevalên xwe, wek Wekîl Mistefaêv, Şerefê Eşir û yên din bûne sebeb, ku Laçîn hate zevtkirin, bi hezaran kurdên wir mal û halê xwe hîştin revîn. Vîdîoêdê rind xuya dibe, ku tu û ew kesan di bin sazbendîya ,,Ey Reqîb,, di bin alaya Kurdistanê bi govend û şahî Kurdistana Sor îlan dikin, ku xwedê giravî kurdan ew rizgar kirin, Erê? Tu çawa vê xaîntîêra dijîî ? 

Ke çi biçîne we wî jî hilîne.

Saxo rêda, qelpo zerêda…

Back to top button