
Bereya dijminên Herêma Kurdistanê careke din li hevdu kom bûne û dest bi dijminahiya Herêma Kurdistanê dikin. Plana ji navbirina Herêma Kurdistanê ne îro hatiye danîn belkî piştî sala 2005an piştî Destûra Federal a Iraqê hatiye danîn û binemala Talabanî, PKK û Komeleya Îslamî beşdarên wê planê û ji sala 2005an heta niha gelek caran hewl dan Herêma Kurdistanê jinav bibin û Herêma Kurdistanê bikin beşek ji Bexdayê.
Di sala 2011an de Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi alîkariya binemala Talabanî hêz şand ser Herêma Kurdistanê û li herêma Kerkûkê Pêşmergeyan derbeyeke mezin li wê hêza Malîkî da û Malîkî neçar ma hêza xwe bi paş de vekişîne. Herwiha bi fermana Serok Barzanî di sala 2011an de amadekariyên Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê hatin kirin û dijminên Kurdistanê berê DAIŞê dan Herêma Kurdistanê ji bo statûya Herêma Kurdistanê ji holê rakin û xewna serbixwebûnê ya kurdan jî bi dawî bikin.
Dagirker û dijminên Kurdistanê û hemû cihanê bi çavên serên xwe qehremaniya Pêşmerge û Serok Barzanî dîtin ku ew dê ti carî nikaribin xewna serxwebûna Kurdistanê ji nav bibin û dawî li statûya Herêma Kurdistanê bînin. Bi fermandariya Serok Barzanî Pêşmerheyan dawî li DAIŞê anîn û di 25ê Îlona 2017an de referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat encam dan.
Piştî îradeya bihêz a Herêma Kurdistanê di referandûmê de kom û gûrûbên xayin û xwefiroş (Binemala Talabanî, PKK, Komeleya Îslamî) di 16ê Cotmehê 2016an de xencer li pişta Pêşmergeyan dan û ji %51ê xaka Herêma Kurdistanê dan destên komên terorîst yên weke Heşdî Şabî û bûn sedema komkujiyê li Xurmatû, Kerkûk û berdewamiya wêranbûna Şingalê û penaberbûna bi hezaran xelkê niştimanperwer ê niştimanperwer.
Niha li wê koma xayin a weke PKK, Komeleya Îslamî, Binemala Talabanî, Nifşa Nû û Berhem Salih jî zêde bûye vê carê dixwazin bajarê xweragir ê Herêma Kurdistanê Silêmaniyê, sembola berxwedanê li Herêma Kurdistanê heêrma Raperînê û deşta merxasan Germiyanê radestî Komara Îslamî ya Îranê bikin û bi wê armancê xwepêşandanên meşrû yên memûr û karmendan dikin bahane û dixwazin aloziyê li van herêman saz bikin.
Çawa Serok Barzanî hemû hewl û planên dijî Herêma Kurdistanê pûç û vala kirine wê ev plana jî bi destê Serok Barzanî û neferên Rêbaza Barzanî were pûçkirin. Serok Barzanî çawa parêzvanî li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê kir û hertim ligel birayên xwe yên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ye wê wan planên dijî Germiyan, Silêmanî û Raperînê jî pûç bike.

Loqman Hasan Ertaş