PolîtîkRojev

Şer bibin nav mala xwe

Parêzgarê Duhokê akinciyên sînorê parêzgeha xwe wek “zerermendên yekem” ên şerê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne, lewra daxwaz dike ew hêz “şer bibin nav mal û axa xwe.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di civîneke çapemeniyê de piştî destbikarbûna sê rêveberên giştî (elektrîk, tendirustî û ewqafê) behsa guhertinên îdarî yên parêzgehê kir û û di vê derbarê got, rêveberên giştî yên rewşenbîrî, kiştûkalî û geştûguzarî jî di çend rojên pêş de tên guhertin, herwiha di siberojê de du rêveberên din ên giştî yên rê û piran û mîn tên guhertin. Ev guhertinên han wek karasanî û îdarî binav kirin û got: “Demekê dibe tiştekî neasayî ku rêveberek zêdeyî 10 salan li ser postê xwe bimîne.”

Derbarê guhertinên di postê qeymeqaman de jî, Parêzgarê Duhokê ragihand ku di van nêzîkan de guhertina qeymeqaman jî destpê dike û got: “Ji ber hinek ji qeymeqaman gehiştine yemenê xanenişîniyê.” Herwiha da zanîn ku berbijêrên qeymeqam ji rêveberê nehye û rêveberên giştî tên hilbijartin.

Li ser pirsa rojnamevanan derbarê bombebarkirina navçeyên sînor ên parêzgeha Duhokê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ku bûne sedema şehîdbûna welatiyên sivîl ên navçeyê, Parêzgarê Duhokê Elî Teter got: “Mixabin hebûna PKKê û hatina artêşa Tirkiyê bi hinceta lêdana PKKê bûne sedema malwêraniyê bo xelkê Herêma Kurdistanê.”

Parêzgarê Duhokê got: “Em daxwaz dikin ew herdu alî bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê eger her biryara şer dane, wê demê em daxwaz dikin wî şerî bibin nav mala xwe, çima şerê xwe dibin welatên din û dibin sedema malwêraniyê bo xelkên din, xelkê me westiya ye, 32 sal e xelkê navçeya me ji zevî û erdên bav û bapîrên xwe qut bûne ji ber wî şerî, em wî şerê li nav axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Ligor şopandina Rûdawê, Tirkiyê di 24 demjimêran de gund û navçeyên çar nehyeyên sînorê qezaya Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê topbaran û bordûman kirine, her yek ji navçeyên nehyeyên Çemankê, Şêladizê, Dêreluk û Kanî Masê û her ji ber bordûmana Tirkiyê 3 kesên xelkê navçeya Dêrelukê canê xwe ji dest dane.

Zêdeyî 20 sal e bi hinceta hebûna gerîllayên PKKê li sînorê parêzgeha Duhokê, Tirkiye berdewam êrîşên esmanî û bejayî tîne ser navçeyên sînor, heta niha hêzên Tirkiyê bi kûrahiya 30 heta 45 kîlometre derbasî navçeyên sînor ên nehyeyên Dêreluk, Şêladizê, Kanî Masê, Batîfa û Derkarê li sînorê herdu qezayên Amêdî û Zaxoyê bûne û li 38 cihên stratejîk bicîh bûne, ji ber wan êrîşan tenê di 3 salên borî de 34 welatiyên parêzgeha Duhokê canê xwe ji dest dane û 8 kesên din birîndar bûne, herwiha zerar gehiştiye nêzîka 450 gundan û 372 gund jî li sînorê parêzgeha Duhokê vala bûne.

Back to top button