PolîtîkRojev

Milîsên Îtîlafê kiryarên xirap li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) da xûyakirin ku, mîlîsên ser bi Îtîlafê ve kiryarên kuştin û revandina welatiyan û guhartina demografî li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dikin û divê ev binpêkirin bêne rawestandin.

Komîta Navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyek de diyar kir, ew duhî bi serokatiya Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela û bi beşdariya endamên serkirdatiyê yên li Tirkiyê ne civiya. Da zanîn, civîn di tewerekê de li ser rewşa xirap a li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê rawestiye.

Di wê derbarê de jî ragihand: “Hin mîlîşyayên ser bi Îtîlafa opozîsyona Sûriyê ve li wan herêman binpêkirinên kuştin, revandin û eşkendana welatiyan, proseyên koçkirinê, dizî û talankirina mal û milkên xelk û proseya guhartina demgrafî dikin. Divê ev kiryarên xirap bêne rawestandin. Divê koçber û derbider vegerin ser cih û warên xwe û ew bi xwe herêmên xwe bi rê ve bibin û mîlîşyayên çekdaran ji nava bajaran bêne derxistin.”

Li ser diyaloga Kurdî – Kurdî de jî, Komîta Navendî ya PDK-Sê ragihand, “Diyaloya Kurdî – Kurdî ku bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Serok Barzanî di navbera ENKS û PYNKê de tên kirin, heta niha ji encamên wê li ser nerîna siyasî ya hevbeş û pêkanîna Lêvegera Kurdî ya Bilind hatiye lihevkirin. Herwiha divê ev danûstandin bêne berdewamkirin û divê aliyê din jî (PYNK) kar ji bo serxistina wê bike.”

Ev daxuyaniya Komîta Navendî ya PDK-Sê di demekê de ye, zêdetir ji 9 mehan ve diyaloga yekrêziya aliyên kurdî li rojavayê Kurdistanê tên kirin. Herwiha ji ber çûna endamên şanda Amerîkî ji bo welatê xwe, demek e civînên diyalogê rawestiyane. Lê serkirdeyên her du aliyên diyalogê tekeziyê li ser destpêkirina civînan di demeke nêzîk de dikin.  

Back to top button