Şerê Azerbeycan û Ermenistanê li ser axa Kurdistana Sor tê kirin, Kurdên li deverê zererek mezin ji vî şerî dibînin. Ji bo rastiyek dîrokî di derbarê Kurdistana Sor de serokê Kurdistana Sor Vekil mustafayev di daxûyaniyek a xwe de dibêje: PKKê Kurdistana Sor 4 milyon Dolar firot.
Vekil mustafayev dibêje:
Wekîl Mustafayev:
” Di 1991 de, dema Azerbaycanê serxwebûna xwe ji Rusya Sovyetî ragihand , parlementoya xwe de biryar girtin ku ew Tirkin, zimanê wan Tirkiye û axa wan beşek ji axa Tirkiye ye.
Azerbeycanê ji bo firotona gaz û petrolê dema rêya boruyên gazê eşkere kir, ev yek ne li hesabê Rusya bû. Ji bo vê yekê jî Rusya û Ermenistanê ji me re gotin ku; Kurdistana Sor ragihînin, em ê piştgiriyê bidin we. Herweha gotin ku ew ê hemî piştevaniya hewce bikin, çek jî di nav de. Me Kurdistana Sor ragihand.
Lachin bû paytexta me dema ku me Kurdistana Sor di 1992 de ragihand, û bajarên Kelbejer, Kubatli, Zengile û Jabrayil di nav dewletê de bûn. Piştî 2 mehan, ez li ser daxwaza rêvebiriya Moskowê çûm Moskowayê û me alîkariya ku ew li gel me bikin gotubêj kir, me li gel berpirsên wezereta derve ya Rusya civîn pêkanîn.
Piştî civînên me du kurdên ku li Moskova di Mala Kurd de dixebitîn û ji Gurcistanê ji bajarê Tiflisê bûn, daxwaza hevdîtinekî li gel min kirin. Di hevdîtinê de ji min re gotin: Eger hun ji dev Kurdistana Sor berdin, dê Azerbeycan 3 milyon û nîv dolar û xaniyekî li Moskova bidê we. Hun ji dev Kurdistana Kafkasya berdin , ewê wezîfeyek mezin bidin kurê te jî. Bidin xûyakirin ku Kurdistana Sor ne axa Kurdistanê ye , beşek ji axa Azerbeycanê ye.
Min bi tûndî bersiva wan da û got : Axa Kurdistanê ya me ye.
Min got ku namûsa me heye û em namûsa xwe tu carî nafiroşin.
Lê, mixabin, berpirsê berê yê PKKê li Sovyet û Rojhilata Ewropa yê Mahir Welat, digel hevalekî xwe yê din, ji Rûsyayê çû Bakûyê, û 4 mîlyon dolar û çek ji cîgirê hikûmeta Azerbaycanê wergirtin û gotin emê Vekil Mustafaye ji vê derê dûr bêxin.
Wan çekên ku ji Azerbeycanê wergirtin bi weseyeta şehid Menaf de rêkirin bajarê Wanê. Hukumeta Tirkiye bi vê yekê agahdar bûn û Menaf şehid kirin. Menaf xizmek nêzikî min bû.
PKKê Kurdistana Sor kirin qurbana berjewendiyên xwe.
Dema berpirsên PKKê pere û çekên xwe wergirtin gotin min Abdullah Ocalan dixwaze te bibîne û ez bi vê yekê ji Kurdistanê dûr xistim.