Nivîsar

PKKê êş û azarên xelkê rojava ji xwe ra kir propaganda

PKKê êş û zarên rojava ji xwe ra kir piropaganda û vê yekê jî wesa kir ku weke berê kurd û cîhan piçtgîriyê nedin rewşa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Piştî êrîşa Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê, cîhan hemû li ser rewşa gelê kurd li rojavayê Kudistanê hate deng û her welatekî biawayekî dengê xwe bilind kir û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê diyar kir. Çand dewletekên kêm nebin, hema bêje hemû dewletan li dijî dagîrkirina rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê derketin, pirsa kurd kete di rojeva cîhanê de, pirsa kurd kete ser mêza Neteweyên Yekgrtê û Parlamnetoya Yekêtiya Ewropayê.

Ev cara yekem bû ku bi vê coşa mezin raya giştiya ya Amerîkayê li pirsa kurdî xwedî derkve û li dijî biryarên serok Donald Trump rawestin, rewşa rojavayê Kurdistanê û êrîşa Tirkiyê bo ser kurdan mijra germa ya civînên Kongeris û Sanata Amerîkayê bû.
Ji bilî bakurê Kurdistanê, kurd li her derê, li sertaserî cîhanê daketin cade û kolanan û bi mîting, xwepêşandanan û bi çalakiyên cuda êrîşa Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdidtanê şermezar kirin.

Lê mxabin, Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) vê carê jî ew heyecan û piştevaniya mezin ya cîhanê ji bo pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê berhavêtî kir û bi hindek tiştên biçûk dilê raya giştiya cihanê û kurdên derveyî siyaseta PKKê sar kir û bi wê tevgera xwe PKKê êdî hêdî-hêdî ew heyecan û piştgirî nema, ev delîva zêrîn jî ji dest diçe.

Weke çi?

Di hemû mîting û xwepêşandanên piştgirya Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina dagîrkeriya Tirkiyê da li şûna ku wêneyên şehîdan, wêneyên birîndarên çekê fisforê û kîmyayî, wêneyên jin û zarokên birîndar û gund û warên kavilkirê hilden, PKKê, û aliyên bi wê ve girêdayayî, wêneyên serokê zîndanîkiriî PKK Ebdula Ocelan, ala û sembolên PKKê hildan, dest bi dirûşim û siloganên siyaseta PKKê kir mina: Azadîya Ocelan azadiya Kurdan e, azadî ji bo Ocelan …..

PKK bi vê tevgera xwe rewş, êş û azarên xelkê rojavayê Kurdistanê îstîxlal kir û ji bo piropaganda xwe bike bikaranî. Dema raya giştî ya cîhanê û kurdên derveyî siyasta PKKê ew yek bi çavên xwe dît, êdî xwe ji çalakî û pîşandanan vekêşa û cîhan jî wek berê li ser çalakiyên piştrvaniya Rojavayê Kurdistanê negerm e.

NH
06.11.2019

Back to top button