PKKê bi awayek fermî agirbest ragihand.
Serokê KCKê Murat Karayilan biryara agirbestê ragihand. Karayilan di daxuyaniya xwe de got: Biryara Apo biryara me tevan e. Em vê biryarê qebûl dikin. Em vê peyamê wek destpêka pêvajoyek nû dibînin.
Em piştî ragihandina peyama serokatiya xwe, wek KCK, PKK û HPG agirbestê radigihînin. Di nava sinorê Tirkiye de tu çelakiyöên çekdarî çênabin.
Karayilan di daxuyaniya xwe de got: Eger zemîn bê amade kirin emê hêzên xwe yên di nava Tirkiye de jî vekişînin.