Polîtîk

Peyama Ocalan dîtinên Erdoganin

Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, diyar kir ku di peyama Ocalan de ji bo kurdan tu tiştekî tune ye lê ew dîsa jî bêdengkirina çekan pozîtîf dibînin. Rojnamevan Fehîm Işik jî got bi vê peyamê dê kurd di qada siyasetê de êdî têbikoşin û ger kurd di qada siyasî de bi ser nekevin wê çaxê dê rewşa wan ji ya berê jî xirabtir bibe.

Bi rojan in raya giştî ya kurd û tirkan li benda peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn. Peyama Ocalan di Newrozê de hate xwendin û hemû kîtekîtên vê peyamê aşkera bûn. Ji niha de di medyaya civakî, rojname, televîzyon û sohbetan de ev peyam tê axaftin û nîqaşkirin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak bi yek dengî piştgirî dan vê peyama Ocalan.

Kurdên li derveyî BDP’ê jî bêdengkirina çekan êrênî dibînin lê di hêla naveroka peyamê de cuda difikirin. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel, peyama Ocalan ji Rûdawê re nirxad.

Bozyel, destnîşan kir ew piştgirî didin pêvajoya bêdengkirina çekan lê ew naveroka peyama Ocalan rast nabînin. Bozyel, destnîşan kir di peyama Ocalan de tu daxwazeke kurdan cih nagre û ev peyam tam li gorî dilê hikûmetê hatiye amadekirin. Bozyel, destnîşan kir hesasiyeta kurdan di peyamê de derneketiye pêş û wiha got: “Di daxwazên Ocalan de tu tiştekî tune ye. Fermî naskirina nasnameya kurdan tune ye.

Ji bo kurdan tiştekî pir bingehîn û esasî zimanê kurdî ye. Ev daxwaza perwerdehiya bi kurdî jî tune ye. Qebûlkirina zimanê kurdî di qada gelemperî de tune ye. Ji bo wekheviyê statû tune ye. Kurd dê di nava Tirkiyeyê de xwe bi çi awayî îdare bikin? Çarçoveya wî çi ne? Gotinên gilover hene. Biratiya dîrokî, biratiya îslamî, hemase hene.” Bozyel, ji bo kesên ku dibêjin “Dibe ku li pişt perdeyê tiştên em nizanibin hene” jî got ev nêrîn nerast in û wiha axivî: “Tiştên ku Ocalan dibêje perspektîfa hikûmetê ye.

Dîtin û nêrînên Erdogan û Davutoglu ne. Divê em xwe nexapînin. Tiştên ku hatine lihevkirin ev e. Li pişt perdeyê, binê perdeyê, dora perdeyê tiştekî tune ye. Em li bîr û baweriya gelê kurd mêze bikin û li ser vê li pêşerojê mêze bikin. Bi raya min ne dewlet, ne Ocalan û ne jî PKK nikare pêşiya daxwazên azadiya gelê kurd bigre.” Bozyel, da zanîn ku daxwazên Ocalan qet li dijî dewletê tune ye û CHP’î û kesekî ji AK Partiyê jî pir bi hêsanî dikare van gotinên Ocalan biparêze.


 Maşallah Dekak/Rudaw

 

Back to top button