PKKÊ agirbest ragihand..!

PKKê piştî banga Abdullah Ocalan daxûyaniyek ragihand. Daxûyaniya PKKê balkêşe û di derbarê daxwazên Ocaln de ne zelal e.
Beşek daxûyaniya PKKê de weha dibêje:
“ Ji bo ku Banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin. Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin. Her wiha pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.
Her wiha em amade ne ku li gorî daxwaza Rêber Apo kongreya partiyê li dar bixin. Lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Heta niha li gel hemû xeta û kêmasiyan me rêveberiya şerî kir; lê belê bes Rêber Apo dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike.
Rastiyên şênber pir eşkere nîşan didin ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî pêk were, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêşxistina tevgera demokrasiya kurevî, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan ên ku karibe bi awayeke fizîkî azad bijî û bixebite bên mîsogerkirin, hevalên wî jî di nav de karibe bê astengî bi kesên ku dixwaze re têkiliyê çêbike. Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê yekê ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve bên bicihanîn.