CivakPolîtîk

PKK xwîna kurdên Êzidî dirijîne

Kesayetiyetiyeke êzdî ragihand ku PKK berdewam e li ser hewlên revandina kur û keçên êzdî ku wan dibe nav refên xwe û bo meramên taybetî wan bikar tîne û ew yek jî nayê qebûlkirin, ji ber ku kîneyê di nava kurdên êzdî de belav dike û xwîna xortên êzdî dirjîne.
Hadî Dubanî Kesayetiya diyar a êzdî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê ligel hinek welatên navçeyê dixwaze li Şingalê guvaşê bixe ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku em hemû dizanin ber bi serxwebûnê ve diçe û ew jî dixwazin hikûmetê li şûna serxwebûnê mijûlî pirsgirêkên kurd bi kurdan re bikin.”
Dubanî wiha got: “YBŞ jibilî gihandina ziyanê bi pirsa netewî ya kurd ti sûdekê nagihîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lewma ew û hemû welatên dagîrker nikarin rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigirin, ji ber ku xelkê Kurdistanê biryar dane û li ser biryara xwe berdewam in heta bigihên armanca xwe.”
Wî kesayetiya êzdî wiha domand: “Yek ji wan hêzên ku piştî hatina DAIŞê bo Şingalê ku ew jî hatin, PKK bû û niha PKK naxwaze ji Şingalê derkeve. Rast e wek kurd erk e ku em alîkariya hev bikin û di şerê Kobanê de Pêşmerge çûn û ew bajar rizgar kirin û piştre vegeriyan Başûrê Kurdistanê, lê PKK dibêje em ji Şingalê dernakevin û berdewam e li ser hewlên revandina kur û keçên êzdî ku wan dibe nav refên xwe û bo meramên taybetî wan bikar tîne û ew yek jî nayê qebûlkirin, ji ber ku kîneyê di nava kurdên êzdî de belav dike û xwîna xortên êzdî dirjîne.”
Back to top button