CîhanPolîtîk

Pişgiriya Fransa ji bo Kurdistanê berdewam e

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê berevaniya Frensa û şandeka pê re kir.Li hevdîtinekê Wezîrê Parastina Frensa bi xuyakirina kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê, got min soz dabûye Serok Barzanî ku serdana Herêma Kurdistanê bikim, ji ber vê yekê kefxweşim ku dubare li Hewlerê me û hatime ku piştîvaniya Feranse ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge nîşan bidim. Her wiha pesna rola Pêşmerge li şerê dijî terorê kir û got şerê dijî terorê şerê me ye jî, û ew trorîstên ku li vir, pêşmerge berhingarê wan bûne, her ew terorîst in ku li Frensa û welatên din teqîn û karên terorîstî dikin.Di civînê de behsa rewşa îro ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û pêşhatên şerê dijî terorê û pilan û operasiyona rizgarkirina Musilê bi taybetî hate kirin. Her du aliyan pêdagirî li ser giringiya rizgarkirina Musilê û rola pêşmerge û hemahengiya navbera Pêşmerge, Supahê Îraqê û Hêzên Hevpeymanan di vê operasiyonê de kir.Serokwezîr xuya kir rizgarkirina Musilê ji bo Herêma Kurdistanê gelek giring e û hebûna pilaneka ron û berfireh û parve krina rolên hêzên beşdarên operasiyonê bi mercê serketinê daye zanîn.Li pareka din, her du aliyan bal kişande ser rewşa Pêşmerge û pêwîstiyên serbazî û darayî, ku Serokwezîr derbarê vê pirsê xuya kir divê Hikûmeta Federala Îraqê alîkariya serbazî û darayî ya Pêşmerge bike. Her wiha daxwaz kir Fernse bi riya xwe hewlê bide ku ji yarmetiyên serbazî yên navdewletî bo Îraqê, pişka Herêma Kurdistanê bihê dan û bigehe destê Pêşmerge. Wezîrê Berevaniya Ferense sozda ku vê daxwazê bigehîne Serok Holand û aliyên têkildarên navdewletî. Ev yeke jî got li meha Xezîrana bê, alîkariyên Ferense digehe destê Pêşmerge.Li dawiya civînê, Nêçîrvan Barzanî dubare pêdagirî li ser sipasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştîvaniyên Ferense û Serok Holand kir. Her wiha hewldanên ji bo alîkarî kirina Herêma Kurdistanê li warê darayî, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya alîkaryên Îraqê û civaka navewletî bo vê pirsê, tekiliyêm Hewlêr û Bexdayê û têkiliyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran û hin pirsên din xistin ber çav.

Back to top button